Serok Mesûd Barzanî li ser şerê HSD û hikûmeta Sûriyeyê daxuyanî da

.

Serok Mesûd Barzanî li ser bûyerên dawî yên li Sûriyeyê peyamek belav kir û ragihand ku ew doh bi Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Serokê ENKSyê re civiyaye.

Serok Barzanî di peyama xwe de xwest ku şerê di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de raweste û biryara Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ya li ser mafên Kurdan jî wekî “gaveke erênî” bi nav kir.

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de wiha got:

“Derbarê bipêşketin û guherînên dawî yên li Sûriyeyê û di çarçoveya hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkan de, me doh civîneke hevbeş a girîng li gel Nûnerê Taybet ê Serok Trump ê ji bo kar û barên Sûriyeyê (Tom Barrack), Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (Mezlûm Ebdî) û Serokê ENKSyê (Mihemed Îsmaîl) pêk anî.”

“Divê alî vegerin ser peymanan”

Serok Barzanî diyar kir ku ew dixwazin aramî vegere herêmê û got:

“Em hêvîdar in di demek herî zû de ew şer, alozî û girjiyên ku niha di navbera hêzên hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de hene, werin rawestandin û hemû alî vegerin wan peymanên ku berê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û gihîştina bi aramiyê di navbera aliyên Sûriyeyê de hatine kirin.”

Biryarên Serokkomarê Sûriyeyê

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de behsa mersûma Serokê Sûriyeyê kir û wiha anî zimên:

“Her wiha em derxistina mersûma Serokê Sûriyeyê ya li ser mafên Kurdan wekî gaveke erênî û arasteyeke rast dibînin û em hêvîdar in bibe zemîneyek ji bo ku bi razîbûna aliyên pêwendîdar were dewlemendkirin û bi awayekî yasayî û destûrî, garantiya mafên gelê Kurd li ser were avakirin.”

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

Xalên peymana nû ya HSD û Şamê hatin eşkerekirin
PWK SWÊD LI STOCKHOLMÊ BEŞDARÎ ŞEVA PÎROZBAHIYA 80 SALIYA KOMARA MAHABADÊ BÛ
Macron û Ehmed Şer axivîn: Divê HSD tevlî dewleta Sûriyeyê bibe
Pêşniyara Şamê ya ji bo HSDyê eşkere bû: 12 made
PWK beşdarî çalakiya avabûna Komara Kurdistan li Mahabad û şermezarkirina Êrîşên Helebê û Îranê bû