Serok Mesûd Barzanî ji bo Şengalê peyamek belav kir

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta pêncemîn salvegera jenosayda kurdên êzîdî peyamek belav kir.

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta pêncemîn salvegera jenosayda kurdên êzîdî peyamek belav kir.

Îro 3 Tebaxê ye. Pênc sal berê û roja 13 Tebaxa 2014 hovên DAIŞê êrişî devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê kirin û kurdên êzîdî jenosîd kirin. Bi sedan kes komkuj kirin, bi hezaran kes revandin, bi deh hezaran kes jî dan koçberkirin.

Bi vê helkeftê, Serok Barzanî peyamek belav kir. Naveroka peyamê, ku ji aliyê malpera fermî ya Barzanî ve hatiye belavkirin, wiha ye:

“Roja sisiyê meha heştan,em bîranîna karesatekî dilhejîn dikîn. Ew karesata terorîstên DAIŞê bi ser xelkê Şingalê anî, li gor hemû pêveran, jenosayd e û pêwîste li navxwe û derve hewlan zêde bikin ji bo bi jenosaydnasandina wê karesatê û peydakirin û vegerandina revandiyan û her du hikûmetên Herêma Kurdistanê û Bexda bigihên rêyekî hevbeş ji bo avedankirina Şingalê û îdareya Şingalê li dest xelkê bajêr da be.

Karesata Şingalê dirêjiya karesatên din e ku bi ser gelê me da hatine û gelê me her bi zîndî maye. Carekî din tekez dikîn ku xûşk û birayên Êzîdî beşekî veneqetiyayî yê gelê Kurdistanê ne û bi hemû awayekî piştevaniya wan dikîn.

Li salvegera karesata Şingalê da, silav ji bo giyanê pakê şehîdên wê karesatê û wan pêşmergeyên qehremanên bi navê bergirîkirin û azadkirina Şingalê da giyanê xwe gorî kirin.”

Siyaset Haberleri

TAYBET - Hîlalî: Bêhtirî 1500 malbatên Efrînî vedigerin malên xwe
Serok Barzanî: Silav li hemû wan qehremanên ku riya Pêşmergetiyê hilbijartine
Gelo dê Deriyê Rebîeyê cihê Îbrahîm Xelîlê bigire?
Hewramanî: Bersiva metela şandina çekan bo Kurdan tenê li ba Amerîkayê ye
NATO: Vekişîna Amerîkayê ya ji Ewropayê bandorê li planên ewlehiyê nake