Serok Mesûd Barzanî piştî civîna bi Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Guido Crosetto re got, “Em naxwazin şer durist bibe lê ji bo parastina kerameta Kurdan em amade ne her tiştî bikin.”
Dîplomasiya Serok Mesûd Barzanî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Serok Barzanî bi Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Guido Crosetto re civiya.
Serok Barzanî piştî civîna li gel Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê goy: "Civîneke me ya baş bi cenabê wezîr re hebû. Ew têgihiştî ne.
Em her hewlê didin da ku xelkê Kurdistanê tûşî êş û destdirêjiyê nebe û şer raweste."
Serok Barzanî her wiha behsa wê yekê kir: "Ji bo me ji her tiştî giringtir rûmeta Kurd e. Em dê her tiştî bikin da ku rûmeta Kurdan biparêzin."
Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Guido Crosetto jî got, "Tişta li dijî miletê Kurd li Sûriyeyê tê kirin nayê qebûlkirin" û got: "Em dê her hewlê bidin da ku tişta bi serê wan de hat ducare nebe û em dê alîkariya wan bikin."
Ev çend roj in Artêşa Erebî ya Sûriyeyê êrişî herêmên di bin desthilata Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk (HSD) de dike û beşek ji sînor dagir kiriye.
Serok Barzanî dibêje Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê teqez kiriye ku ew giringiyeke zêde didin rewşa Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê û ew dê dê piştgiriya gelê Kurd bidomînin.
Serok Barzanî got,“Ji bo me ji her tiştî pîroztir rûmet û hebûna Kurdan e. Her tiştê ji bo parastina rûmeta gelê Kurdistanê pêwîst be em amade ne bikin.”
Serok Barzanî di bersiva pirsa nûçegihana Rûdawê Ala Şalîyê ya derbarê encamên civînên wî yên li gel berpirsên Îtalyayê de got: “Dan û standinên me yên li Îtalyayê gelekî baş bûn.
Dilgermiyeke zêde heye, têgihiştineke baş heye û ew dostên me ne. Soz dane me ku dê piştgiriya me bikin û alîkarê me bin.”
Serok Barzanî behsa hevdîtinên xwe yên bi telefonê yên li gel Şêx Temîm bin Hemed Emîrê Qeterê û Ehmed Şer Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer kir ku derbarê şerê HSDyê û Artêşa Ereban a Sûriyeyê bûn û anî got, “Em her tim bi birayên xwe yên Kurd ên li Sûriyeyê re di têkiliyê de ne. ç
Hemû hewldan ew e ku şer belav nebe, berfireh nebe û şerê heyî raweste. Divê herêma Kurdan li wir parastî be û rûmeta xelkê me parastî be.
Em heta nefesa xwe ya dawî ji bo vê hewl didin. Înşela bi xêr û xweşî ev pirsgirêk were çareserkirin.”
Serok Barzanî her wiha got,“Wan (Serokê Sûriyeyê û Emîrê Qeterê) soz da ku bi ti awayî rê nedin ev şer bibe şerê Kurd û Ereban, ew dê rûmeta Kurd biparêzin û ji rewşê agahdar bin.”
"Dilê min li gel Rojavayê Kurdistanê ye"
Serok Barzanî ji Romaya paytexta Îtalyayê peyamek ji gelê Kurd re şand û got:
“Ewilî silavên min ji bo hemû xelkê Kurdistanê hene. Piştrast bin tew heta hûn bikevin bin zexteke gelekî zêde jî, gelê Kurdistanê dê her bimîne û em bi her awayî hewl didin ku xelkê Kurdistanê bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê parastî bin.”
Serok Barzanî çareserkirina pirsgirêk û aloziyên Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê bi rêya aştiyane wekî bijardeya herî baş dibîne û got, “Baştir e hemû alî hewl bidin şer raweste, herêma Kurdan li wir parastî be û di navbera xwe de bigihîjin rêkeftinekê.”
Serok Barzanî her wiha diyar kir ku dilê wî li gel xelkê Rojavayê Kurdistanê ye û got: “Em her hewlê didin ku alîkar bin da ku rûmeta wan parastî be.”
Serok Barzanî di beşeke din a hevdîtinên yên li Îtalyayê û Vatîkanê de, rewşa siyasî û bipêşketinên dawî yên Îraqê û herêmê û gefên li ser paşeroja herêmê, bi taybetî Sûriyeyê, hatin nirxandin.
Her wiha pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên bi Vatîkanê û Îtalyayê re mijareke din a civînan bûn.