Serok Barzanî: Zererdîtina Rojava bi ti awayî nayê qebûlkirin

.

 Serok Mesûd Barzanî got, “Zererdîtina xwişk û birayên li Rojava bi ti awayî nayê qebûlkirin."

Serok Mesûd Barzanî derbarê rewşa dawî ya li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê peyameke lezgîn belav kir û hişyarî da.

Serok Barzanî di peyama xwe de bangî hemû aliyan kir ku bi berpirsyarî tevbigerin û ji civaka navneteweyî xwest ku ji bo agirbestê bikevin tevgerê.

“Divê dûrî hestan tevbigerin”

Serok Barzanî diyar kir ku ew bi dilgiraniyeke zêde rewşê dişopînin û got:

"Di vê rewşa hestiyar de, pêwîst e hemû alî bi berpirsyarî û dûrî hestan tevbigerin û wisa lê neyê ku zerer bigihe xwişk û birayên me yên li Rojava ku ev bi ti awayî nayê qebûlkirin."

“Em hewl didin rê li ber karesatê bigirin”

Serok Barzanî destnîşan kir ku ew di nava hewldanan de ne û wiha pê de çû:

"Me hemû hewlên xwe xistine kar û em berdewam in da ku xwişk û birayên me yên li Rojava tûşî karesat û nehametiyan nebin."

Metirsiya DAIŞê

Serok Barzanî her wiha bal kişand li ser “metirsiya vegera terorê” û got:

"Li aliyê din, di vê rewşa aloz a ku çêbûye de, metirsiya serhildana DAIŞ û terorê jî di rojevê de ye ku ev bixwe gefeke gelekî cidî ye li ser aramî û ewlehiya herêmê."

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de bangî Koalîsyona Navneteweyî û cîhanê kir û got:

"Li vir em bangî civaka navneteweyî û hevpeymanan dikin ku bi berpirsyariya xwe rabin, demildest alozî, şer û pevçûn werin rawestandin, agirbesteke seranserî were ragihandin û pirsgirêk bi awayekî aştiyane û bi rêya diyalogê werin çareserkirin."

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan