Serok Barzanî û Tom Barack rewşa herêmê gotûbêj kir

.

 Serok Mesûd Barzanî û Nûnerê Amerîkayê yê Karû Barên Sûriyeyê Tom Barack rewşa herêmê û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir.

Îro di navbera Serok Mesûd Barzanî û Nûnerê Amerîkayê yê Karû Barên Sûriyeyê Tom Barack peywendiyeke telefonî pêk hat.

Di wê peywendiyê de, her du aliyan behsa rewşa giştî ya siyasî ya herêmê û rûdan û guherînên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kirin.

Her du alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku ji bo ku rê li ber kaos, nearamî û şer bê girtin û aştî û aramî bê misogerkirin divê hemû hewl û rêbaz bidomin.

Her wiha Serok Barzanî û Tom Barack rola hev a di pêkanîna aştî û aramiya herêmê de bilind nirxand.

Serok Barzanî di heman demê de spasiya rola Amerîkayê kir û tekezî li ser girîngiya parastina hevpeymaniya di navbera gelê Kurdistanê û Amerîkayê de kir.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin