Serok Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di peywendiyeka telefonî de çareserkirina pirsgirêk û aloziyan bi rêya diyalogê û berqerarbûna aştî û tenahiyê tekez kir.
Baregayê Barzanî ragihand ku, peywendiyeka telefonî îro (Yekşem, 1ê Sibata 2026ê) di navbera Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de hat kirin.
Baregayê Barzanî eşkere jî kir ku, di wê peywendiya telefonî de behsa guhertinên dawiyê yên Sûriyeyê û pêngavên bicîhanîna peymana di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de jî hat kirin.
Baregayê navbirî herwesa ragihand ku, pêdivîtiya çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê û berqerkirina aştî û tenahiyê li Sûriyeyê jî hat tekezkirin.
Kurtiya lihevkirina HSD û Hikûmeta Sûriyeyê
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li roja Înê (30.01.2026) hûrgiliyên stratejîk ên lihevkirina bi hikûmeta nû ya Şamê re eşkere kirin. Mezlûm Ebdî eşkere jî kir ku, ev pêngava wan ji bo pûçkirina planên qirkirina gelê Kurd hatiye avêtin. Xalên herî girîng jî ev in:
- Hêzên leşkerî: Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dê bibe pareka Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê, lê wekî lîwa û yekîneyên leşkerî dê li deverên xwe bimînin.
- Doza Ewlehiyê: Hêzên Ewlehiyê dê bibin pareka Wezareta Navxweyî ya Sûriyeyê û dê erkê parastina nav bajaran werbigirin; Artêşa Sûriyeyê dê neçe nav tu bajar û gundê Kurdan.
- Birêvebirin û Ziman: Perwerde bi zimanê Kurdî li dibistan û zanîngehan dê bê fermîkirin. Karmendên Rêveberiya Xweser dê bibin karmendên dewletê û birêvebirina deverê dê di destê xelkê deverê de be.
- Rewşa Kobaniyê: Dorpêça li ser Kobaniyê dê bê rakirin û ew hêz dê ji hundir bo derdora wî bajarî bên vekişandin.
- Garantiya navneteweyî: Amerîka û Fransa li ser wan hûrgiliyan haydar in û dê wekî garantîkerên siyasî bimînin.
Mezlûm Ebdî tekez jî kir ku, her çend ew lihevkirin li asta hemî daxwazên wan nîne jî, lê ew ji bo parastina destkeftiyan di vê qonaxê de çêtirîn vebijark bû.