Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan: ‘Divê şaşiyên berê ducare nebin’

.

Serok Mesûd Barzanî li Dihokê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û heyeta pê re pêşwazî kirin.

Di civînê de tekezî li ser yekrêzî û çareserkirina pirsgirêka Kurdan a li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hat kirin.

Serok Mesûd Barzanî li bajarê Dihokê bi Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî re civiya.

Baregeha Barzanî li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di civînê de Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl, siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr, Hevseroka Daîreya Pêywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, Endamê Desteya Serokatiya ENKSyê Silêman Oso û çend kesayetî û berpirsên din ên Rojavayê Kurdistanê jî amade bûn.

"Divê şaşiyên berê ducare nebin"

Serok Barzanî kêfxweşiya xwe nîşan da ku her du alî bi hev re beşdarî Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn bûne û spasiya wan kir.

Di civînê de behsa rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hat kirin û Serok Barzanî got:

"Pêwîst e pirsgirêka Kurdan bi awayekî demokratîk û aştiyane di çarçoveya Sûriyeya nû de were çareserkirin.

Divê şaşiyên berê werin çareserkirin û ducare nebin."

Serok Barzanî tekezî li ser yekrêziya hêz û aliyên siyasî yên Kurdan kir û destnîşan kir ku nabe mafên gelê Kurd werin binpêkirin.

Spasiya Serokwezîr û Serok Barzanî kir

Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî ji bo vexwendina wî ya Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

Mezlûm Ebdî rola Serok Barzanî ya di hewlên nêzîkbûn û pêkanîna yekrêziya di navbera aliyên Rojavayê Kurdistanê de bilind nirxand.

Fermandarê HSDyê her wiha spasiya piştgiriya Herêma Kurdistanê kir ku di çend salên borî de deriyên xwe ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê vekirine û rola Herêma Kurdistanê ya di têkbirina terorê de bi girîngî anî ziman.

Metirsiyên serhildana DAIŞê û piştgiriya pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mijarên din ên civînê bûn.

Siyaset Haberleri

Kurdên li Gurcistanê di bin gefa asîmîlasyonê de ne
Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî paşeroja Kurdan gotûbêj kir
Serkeftina Kurdan a li Danîmarkayê: 15 kes bûn endamên meclisan
KERKÛK - Erebên hawirde bi darê zorê zeviyên Kurdan cot dikin
Clarke Cooper: Têkiliyên Hewlêr û Waşintonê Hewlêr bihêz kiriye