Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!

.

 Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn.

Baregeha Barzanî bi daxuyaniyekê ragihand ku Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîne û naveroka wê jî belav kir.

Baregeha Barzanî diyar kir ku Serok Mesûd Barzanî û Mezlûm Ebdî rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê nirxandine.

Baregeha Barzanî di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Di vê pêwendiya telefonî de birêz Mezlûm Ebdî hûrgilî û encama serdana xwe ya Şamê û hevtêgihiştina wan a bi Hikûmeta Sûriyeyê re ji bo Serok Barzanî şirove kir.

Her di vê pêwendiya telefonî de wan tekezî li ser wê yekê kir ku piştgiriya her gavan were kirin ku bibe sedema aştî û aramiya li Sûriyeyê.

Her wiha wan dupat kir ku pêwîst e di gavên nû yên pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê de helwesta Kurdan yek be.”

Pêywendiya telefonê piştî wê yekê hat ku roja duşemê Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer li Şamê peymanek îmze kir.

Peyman ji 8 xalan pêk hatibû ku yek ji wan li ser tevlîbûna HSDyê ya ji Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ye.

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin