Serok Barzanî û Kurdê yekem ê ku Xelata Puşkin wergirtiye civiyan

.

Serok Mesûd Barzanî îro civaknas û zanayê naskirî yê Kurd Prof. Dr. Reşad Mîran pêşwazî kir.

Serok Barzanî ji ber wergirtina “Xelata Puşkin" pîrozbahî li Prof. Dr. Reşad Mîran kir.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de Serok Barzanî hewldanên zanistî û akademîk ên Mîran bilind nirxandin.

Pirtûkên xwe diyarî kirin

Dr. Reşad Mîran spasiya Serok Barzanî kir û kar û xebatên xwe yên zanistî şirove kirin.

Her wiha wî çend pirtûkên xwe yên nû wekî diyarî pêşkêşî Serok Barzanî kirin.

Putin xelat dabû

Serok Barzanî destxweşî li Dr. Reşad Mîran kir ku ev xelat bi dest xistiye.

Hêjayî gotinê ye ku ev xelat meha borî li bajarê Moskowê ji aliyê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ve ji wî re hatibû dayîn.

Kurdê yekem e

Ev xelat ji sala 1999an ve bi navê helbestvanê mezin ê Rûs Aleksander Puşkin tê dayîn.

Prof. Dr. Reşad Mîran bû yekem Kurdê ku ev xelat wergirtiye û di merasîmê de ji Putin xwestibû ku zêdetir alîkariya Kurdan bike.

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan