Serok Barzanî û Ehmed Şera peymana Şam û HSDê gotûbêj kirin

.

Serok Barzanî û Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera peywendiyeke telefonî encam dan û peymana HSD û Şamê gotûbêj kirin

Serokatiya Komara Sûriyeyê naveroka peywendiya telefonî ya di navbera Serok Barzanî û Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera de belav kir, ku tê de behsa dawîn geşedan û peymana di navbera Şam û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hat kirin.

Li gorî daxuyaniyê, Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo wê peymana giştgîr nîşan daye ku di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de hatiye îmzekirin. Herwiha Serok Barzanî tekez kiriye ku cîbicîkirina vê peymanê ji bo mîsogerkirina yekparçeyî û aramiya Sûriyeyê pêwîstiyek e.

Ji aliyê xwe ve, Ehmed Şera tekezî li ser xwesteka dewleta Sûriyeyê ya ji bo parastina mafên neteweyî, siyasî û medenî yên kurdên Sûriyeyê kiriye, her wiha tekez kiriye ku hemû welatiyên Sûriyeyê li beramberî yasayê wekhev in û xwedî mafên hevbeş in.

Her du alî li ser girîngiya bihêzkirina hevkarî û hevahengiya hevbeş ji bo cîbicîkirina xalên peymanê hevnêrîn bûn, bi mebesta pêkanîna aramiyê ji bo Sûriyeyê û tevahiya navçeyê.

Kurdistan Haberleri

Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK
Li Hisîçayê ji bo Kurdên bê nasname qonaxa duyem dest pê kir
Nêçîrvan Barzanî: Yekbûna Pêşmergeyan garantiya parastina Herêma Kurdistanê ye
Pirtûka nû ya Mehmet Gur ‘Kurd Çiya û Ziman’ derket
DÊRSIM - Kula 39 salan: Ji ber ku nikarin herin gundê xwe tenê ji dûr ve lê dinêrin