Serok Barzanî û Balyozê Brîtanyayê li Îraqê pêşhatên deverê nîqaş kirin

.

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê kir, û di hevdîtinekê de pê re peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û herwesa pêvajoya siyasî ya navxweyî ya Herêma Kurdistanê jî nirxandin.

Baregayê Barzanî daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku Serok Mesûd Barzanî îro (Duşem, 15ê Hezîrana 2026ê) pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê Îrfan Sidîq kir.

Di wê daxuyaniya de hatiye gotin ku, her du aliyan di wê hevdîtinê de dîtin û nerînên xwe li ser pêşveçûn û guhertinên dawiyê yên deverê li hev guhertin, herwesa bal kişand ser peywendî û hevahengiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ya Federal de û çareserkirina berbest û astengên li pêşiya peywendiyên her du aliyan.

Baregaya Barzanî herwesa eşkere jî kir ku peywendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de û pêvajoya siyasî ya navxweyî ya Herêma Kurdistanê jî mijarên tewerekê din ên wê hevdîtinê bûn.

K24

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan