Serok Barzanî: Şoreşa Îlonê îrade û bawerî bi xwebûnê li mirovê kurd vegerand

.

Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera destpêkirina Şoreşa Îlonê peyamek belav kir û ragihand; Şoreşa Îlonê îrade û bawerî bi xwebûnê li mirovê Kurd vegerand û bû bingeheke bi hêz ya siyasî û fikrî û cemawerî ya xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê li dijî sîtem û dagîrkeriyê.

Serok Barzanî di peyama xwe de destnîşan kir: “Şoreşa Îlonê şoreşeke resen û xwemaliya Kurdistanê bû ku têda hemû çînên civaka Kurdistanî li netewe û olên cûda, li hemû navçeyên Kurdistanê bi hevre palpiştiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûn û ji bo yek armanca pîroz xebatê kirin. Her eve jî bû sedema wê yekê ku serwerî û dîrok û destkeftên mezin ji bo gelê Kurdistanê bê tomar kirin û li ser asta navçeyê û cîhanê deng veda.”

Peyama Serok Barzanî ji bo salvegera şoreşa mezin a Îlonê wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Şoreşa mezin a Îlonê bi rêberiya cenabê Barzaniyê Nemir mezintirîn şoreşa siyasî û çekdarî û seranseriya gelê Kurdistanê bû bi navê mafên neteweyî û medeniyên gelê Kurdistanê. Şoreşa Îlonê îrade û bawerî bi xwebûnê li mirovê Kurd vegerand û bû bingeheke bi hêz ya siyasî û fikrî û cemawerî ya xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê li dijî sîtem û dagîrkeriyê.

Şoreşa Îlonê şoreşeke resen û xwemaliya Kurdistanê bû ku têda hemû çînên civaka Kurdistanî li netewe û olên cûda, li hemû navçeyên Kurdistanê bi hevre palpiştiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûn û ji bo yek armanca pîroz xebatê kirin. Her eve jî bû sedema wê yekê ku serwerî û dîrok û destkeftên mezin ji bo gelê Kurdistanê bê tomar kirin û li ser asta navçeyê û cîhanê deng veda.

Hemû ew destkeft û têkoşîn û geşbûna siyasiya li Kurdistanê da pêkhat dirêjahiya qurbanîdan û têkoşîna gedeyên gelê me ya li şoreşa Îlonêê da bû. Ji bo wê yekê wane û bihayên wê şoreşa mezin divê ji bo me hemûyan bi bilindî bimîne û bibe ronahiya rêya me ya paşerojê.

Di bîranîna şêst saliya hilpêkirina şoreşa Îlonê de, rêz û pêzanînên min ji bo wan hemû qehreman û xebatkar û kedkaran heye ku li şoreşa Îlonê da rola wan hebû û qurbaniyê dan, çi ewên li nav me da nemane û ewên ku hê jî li jiyanê da mane.

Di vê bîranîna pîroz de hezaran silav li giyanê pak ê şehîdên şoreşa Îlonê û hemû şehîdên rêya azadiyê.

Mesûd Barzanî

11.09.2021

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin