Serok Barzanî şandeya Amedsporê pêşwazî kir

.

Serok Mesûd Barzanî şandeya Komîteya Birêvebir a Amedsporê ya bi serokatiya Serokê Amedsporê Nahît Eren pêşwazî kir.

Di hevdîtinê de, şandeya mêvan kurteyek derbarê çalakiyên werzişî yên Amedsporê pêşkêşî Serok Barzanî kir ku yek ji tîmên pêşeng ên Tirkiyeyê ye.

Her wiha wan giringiya Herêma Kurdistanê ya di warê bipêşketina werzişê de bilind nirxand.

Serok Barzanî bi xêrhatina şandeya mêvan kir û ragihand ku werziş di gihandina peyama aştî û biratiyê de roleke giring û berbiçav dilîze.

Serok Barzanî her wiha destxweşî li serok, desteya birêvebir, lîstikvan û alîgirên tîmê kir û hêviya serkeftinê ji bo wan di paşerojê de xwest.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin