Serok Barzanî Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir

.

Serok Mesûd Barzanî bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî peyamek belav kir û ev roj li hemû rojnameger û medyakaran pîroz kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser rola rojnamegeran a di parastina doza rewa ya gelê Kurd de û piştgiriya xwe ji bo wan anî zimên.

Îro 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ye.

Peyama Serok Mesûd Barzanî ya ji bo Roja Rojnamegeriya Kurdî bi vî rengî ye:

“Bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî û 128emîn salvegera derketina yekemîn Rojnameya Kurdistanê ji aliyê Mîr Miqdad Mîdhet Bedirxan ve ku her wiha hevdem e li gel salvegera damezirandina Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê, ez pîrozbahiyeke germ li rojnameger û medyakarên Kurdistanê û endamên Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê dikim.

Di vê bîranînê de, ez hêviya serkeftinê ji hemû rojnameger û medyakarên hêja yên Kurdistanê re dixwazim.

Ez piştgiriyê didim erka girîng û rola rojnamegerên Kurdistanê yên ji bo parastina doza rewa ya gelê me, kûrtirkirina çanda aştîxwazî û bihevrejiyanê û her wiha parastina nirxên bilind ên civaka Kurdistanê.”

Yekemîn rojnameya Kurdî

Îro 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ye. Sala 1898an, anku 128 sal beriya niha li Qahîreya paytexta Misirê, rewşenbîrê Kurd Miqdad Mîdhet Bedirxan rojnameya bi navê “Kurdistan”ê derxist.

Ji ber ku Rojnameya Kurdistanê rojeke wekî îro dest bi weşanê kiriye, 22yê Nîsanê wekî Roja Rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin.

Her wiha îro hevdem e li gel 28emîn salvegera damezirandina Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê.

Kurdistan Haberleri

Axaftina Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay da roja 20.06.2026ê di konferansa ku li Ruhayê li dar ket
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk: Roja bavan pîroz be
Girtiya Kurd Kejal Rehmanî 2 hefte ne di grevê de ye: Rewşa wê xirab e
Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî 210 efser mezûn dibin
Bi dronê êrîş li mala Serokê Parlamena Iraqê Heybet Helbûsî hate kirin