Serok Barzanî pîrozbahiya Berhem Salih kir

.

Serok Barzanî di peywendiyeka telefonî de pîrozbahiya Berhem Salih kir, ku postê Serokê Komîsyarên Bilind ên Karûbarên Penaberan wergirtiye.

Li gorî ragihandina Baregeha Barzanî, Serok Mesûd Barzanî di peywendiyeka telefonî de pîrozbahiya Dr. Berhem Salih kir, ku postê Serokê Komîsyarên Bilind ên Karûbarên Penaberên Rêkixstina Neteweyên Yekgirtî wergirtiye.

Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de amaje da ku, Serok Barzanî di wê peywendiyê de kêfxweşiya xwe anî ziman ku Kurdekî ew posta girîng li ser asta Neteweyên Yekgirtî wergirtiye û hêviya serkeftinê ji Dr. Berhem Salih re xwest.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin