Serok Barzanî pêşwaziya şandeyeke bilind a ENKSyê kir

.

 roja Çarşemê, 15ê Cotmeha 2025an, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li şandeyeke bilind a Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) kir. Şandeya mêvan ji sekreterên partiyên siyasî yên di nav ENKSyê de pêk dihat.

Di civînê de, rewşa siyasî ya herêmê û geşedanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bi hûrgilî hatin gotûbêjkirin û danûstandina bîr û ramanan li ser van mijaran hate kirin.

Serok Barzanî di hevdîtinê de bal kişand ser rewşa gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê û tekezî li ser giringiya yekrêziya di navbera aliyên siyasî yên Kurdî de kir.

Herweha, Serok Barzanî daxwaz kir ku hemû aliyên Kurdî ji bo bihêzkirina bingehên aştiya civakî û pêkvejiyana di navbera Kurd, Ereb û pêkhateyên din ên Sûriyeyê de bi awayekî aktîf bixebitin.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin