Serok Barzanî pêşwazî li Nûnerê Trump kir: Divê mafên Kurdan li Sûriyeyê werin mîsogerkirin

.

 Serok Mesûd Barzanî îro 17ê Çileyê pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Serok Trump ji bo karûbarên Sûriyeyê Tom Barrack, Balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyeyê û şandeya pê re kir.

Di hevdîtinê de ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî amade bû, Tom Barrack silav û rêzên Serok Trump gihandin Serok Barzanî. Barrack herwiha pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî ya di proseya aştiyê û aramkirina geşedanên dawî yên li Sûriyeyê de nîşan da.

Di civînê de, rewşa aloz a Sûriyeyê û guhertinên dawî yên leşkerî û siyasî yên li ser erdê hatin nirxandin. Her du aliyan tekez kir ku ji bo gihîştina çareseriyeke mayînde, divê mirov pişta xwe bispêre diyalog, têgihiştin û rêbazên aştiyane.

Mafên Kurdan di Sûriyeya dahatûyê de

Serok Mesûd Barzanî spasiya rola Amerîkayê kir ku alîkariya aliyên Sûriyeyî dike, da ku pirsgirêkan çareser bikin. Serok Barzanî bi taybetî destnîşan kir ku di siberoja Sûriyeyê de, mîsogerkirina mafên gelê Kurd mercê bingehîn ê aramî û demokrasiyê ye.

Kurdistan Haberleri

Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK
Li Hisîçayê ji bo Kurdên bê nasname qonaxa duyem dest pê kir
Nêçîrvan Barzanî: Yekbûna Pêşmergeyan garantiya parastina Herêma Kurdistanê ye
Pirtûka nû ya Mehmet Gur ‘Kurd Çiya û Ziman’ derket
DÊRSIM - Kula 39 salan: Ji ber ku nikarin herin gundê xwe tenê ji dûr ve lê dinêrin