Serok Barzanî: Niştiman ne nexşeyek e li ser kaxezê be, belkû xwîn e û di damaran de digere

.

Serok Mesûd Barzanî di heştemîn salvegera referanduma serxwebûna Kurdistanê de, peyamek belav kir û ragihand, "Niştiman ne nexşeyek e li ser kaxezê be, belkû xwîn e û di damaran de digere."

Serok Barzanî Îro 25ê Îlona 2025an, bi boneya salvegera referandumê, di peyameke kurt de li ser platforma "X" û got: "Niştiman ne nexşeyek e li ser kaxezê be, belkû xwîn e û di damaran de digere. "

Serok Barzanî amaje bi wê jî kir, "Tiştê ku îro tê çandin, sibe tê dirûn."

Referanduma Dîrokî ya Kurdistanê

Heşt sal berê di rojeke wek îro de, di 25ê Îlona 2017an de, gelê Başûrê Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê, bi coş û kelecaneke mezin berê xwe dan sindoqên dengdanê da ku di referandumeke dîrokî de biryarê li ser çarenûsa xwe bidin.

Encam nîşana vîna piraniya gel bû, ku bi rêjeya %92.7 dengê "Belê" ji bo serxwebûnê da. Tevî ku heşt sal derbas bûne jî, referandum hîn wek karteke siyasî ya bihêz û belgeyeke bêînakok di destê Kurdan de maye.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin