Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt

.

Li ser daxwaza Kardînalê Kildanan Louis Sako û wekî rêzekê ji bo rola wî ya dîrokî û mirovî "Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê" dan Serok Mesûd Barzanî.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî Kardînal Louis Sako ku Kardînalê Fexrî yê Kildanan e, qedr û qîmeteke mezin da rola Serok Barzanî ya di kûrkirina nirxên bihevrejiyanê, mirovî û çespandina aramiyê de.

Serok Mesûd Barzanî li Hewlêrê Louis Sako pêşwazî kir.

Louis Sako spasiya Serok Barzanî kir û got, "Hûn her tim ji bo parastina pêkhateya Xiristiyan û hemû pêkhateyên din ên dînî û neteweyî wekî sîwanekê bûn."

Baregeha Barzanî da zanîn ku dayîna vê nîşanê li ser daxwaza Louis Sako ya ji Papayê Vatîkanê bûye.

Sako diyar kiriye ku wî ji ber wê "rola dîrokî û mirovî" ya Serok Barzanî û wekî nîşana rêzgirtina li hewlên wî yên ji bo aştiyê, ji Papayê Vatîkanê xwestiye ku vê nîşanê bide Serok Barzanî.

Serok Mesûd Barzanî spasiya Papayê Vatîkanê û Kardînal Sako kir û ragihand:

"Ji bo gelê Kurdistanê şanaziyeke mezin e ku xwediyê çandeke dewlemend a bihevrejiyan e."

Serok Barzanî tekezî li ser parastina biratiya di navbera pêkhateyan de kir û eşkere kir ku li Herêma Kurdistanê "tevger û kiryarên mirovan asta nirxandina wan diyar dikin, ne bîr û bawerî û nasnameya wan a dînî."

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist