Serok Barzanî li Vêrmavalî Moralî Deharan pêşwazî kir

Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Vêrmavalî Moralî Deharan Wezîrê Dewletê yê Hîndîstanê yê Karûbarê Derve û Parlemenê û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de Wezîrê Dewletê yê Hîndîstanê yê Karûbarê Derve û Parlemenê pêzanînên xwe ji bo qurbanîdana gelê Kurdistanê li şerê dijî terorîstan ragihand û ji bilî balkişandina li ser wê yekê ku bi başî li êş û azarên gelê Kurdistanê gihîştiyê, xweşhaliya xwe jî bi wê pêşveçûna ku li warê geşbûna siyasî û aborî û civakî ya li Herêma Kurdistanê de pêk hatiye nîşan da ku li ser rêyekî dirust e jî.

Wezîrê Dewletê yê Hîndîstanê yê Karûbarê Derve û Parlemenê armanca serdana xwe ya Herêma Kurdistanê ji bo Serok Barzanî şîrove kir û daxwaz kir ku peywendiyên di navbera welatê wan û Herêma Kurdistanê li warê çandî, tendirustî û bazirganî de bê pêşxistin.

Di vê hevdîtinê de Serok Barzanî spasî Wezîrê Dewletê yê Hîndîstanê yê Karûbarê Derve û Parlemenê û şanda pê re kir û gelê Hîndîstanê bi gelekî mezin û xwedî dîrok wesif kir. Her wiha Mehatma Gandî jî bi çavkaniya îlhama gelên azadîxwaz û rizgarbûna ji kedxwarî û çewsandinê da zanîn. Serok Barzanî xweşhaliya xwe jî ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Hîndîstanê nîşan da.

Her di vê hevdîtinê de gefa terorê û hizra tundî ya li ser asayîşa cîhanê hate guftûgo kirin û tekez li ser hemahengiya navdewletî û cîhanî ya rûbirûbûna terorê kir.

 

 

Siyaset Haberleri

Daxuyaniya bi hilkefta pêkhatina Pêncemîn Plînoma Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat
Şandeyeke Kongreya Amerîkayê bi Ehmed Şer re civiya
Keleha Hewlêrê dê bi muzîka Rojavayê Kurdistanê olan bide: ‘Yekpar’ û ‘Şahmaran’
Şoreşa teknolojiyê: Robot êdî dikarin bibin dayîk
Ji Serê Kaniyê heta Derayê heman kes, heman tehdîd: Çekdar kincên xwe diguherin