Serok Barzanî: Kurdên Feylî sembola fedakarî û Kurdperweriyê ne

.

 Serok Mesûd Barzanî derbarê Kurdên Feylî got, “Kurdên Feylî sembola fedakarî û Kurdperweriyê ne û ew mînakeke diyar a wê zilm û zordariyanê ku li xelkê Kurd hatiye kirin."

Serok Mesûd Barzanî îro li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê hinek kes û nûnerên komele û rêxistinên Kurdên Feylî qebûl kirin.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Barzanî, şandeya Kurdên Feylî di wê hevdîtinê de, behsa hinek pirsgirêkên xwe yên ji ber nasnameya wan û siyaseta şovenîst a li hemberî wan encam daye kirin ku ji aliyê rejîma berê ya Îraqê ve hatine kirin.

Şandeya Kurdên Feylî her wiha da zanîn ku ew pirsgirêkên wan heta îro jî berdewam dikin.

Li gorî daxuyaniyê, şandeya Kurdên Feylî spasiya Serok Mesûd Barzanî kir ku her dem piştevaniya wan kiriye û hewl daye ew bigihêjin mafên xwe.

Li aliyê din, Serok Barzanî jî got ku Kurdên Feylî nîşana fedakarî û Kurdperweriyê ne û mînakeke diyar a wê zilm û çewsandinê ne ku li dijî Kurdan hatiye kirin.

Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê jî kir ku Kurdên Feylî ji ber nasnameya xwe ya neteweyî rastî zilm û koçberkirinê hatine.

Serok Barzanî herî dawî tekez kir ew dê her tiştê ji bo piştevaniya Kurdên Feylî bike û dê ji bo mafê û daxwazên wan hewl bide.

Kurdistan Haberleri

Li Parlamentoya Îraqê dirûşmên li dijî Amerîkayê û pevçûn: Sûdanî ferman da
Îran bi awayekî nerasterast ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê daxwaza dan û standinê dike
Peyama Komîteya Navendî ya Firqeya Demokratîk a Azerbaycanê bi boneya avakirina hevpeymaniya partiyên Kurdistana Îranê
Rêzdar Mistefa Hicrî, bi hilkefta 8 Mars, peyamek belav kir
Li Parlamentoya Îraqê dirûşmên li dijî Amerîkayê û pevçûn: Sûdanî ferman da