Serok Barzanî: Helwesta hin aliyên Iraqê nayê qebûlkirin

.

Serok Mesûd Barzanî derbarê geşedanên dawî yên siyasî li Iraqê û pêvajoya hilbijartina Serokkomar û Serokwezîr daxuyaniyek belav kir. Barzanî bal kişand ser hewildanên hin aliyan ên ji bo astengkirina pêvajoyê û destnîşan kir ku ev rewş ji bo wan nayê qebûlkirin.

Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku pêdagirtina hin aliyên Çarçoveya Hevahengiyê ya li ser berdewambûna hilbijartina Serokkomar, di dema ku hinekên din bi qestî hilbijartina Serokwezîr bi paş ve dixin, nêzîkatiyeke kêm û nehevseng e.

Barzanî destnîşan kir ku heta her du mijar bi hev re neyên çareserkirin, tu lihevkirinên destûrî pêkan nîn in. Di peyamê de hate gotin:

 "Em tekez dikin ku tu mijareke destûrî nayê yekalîkirin heta ku ew her du pirsgirêk bi hev re neyên çareserkirin; bi şêwazekî ku di rûniştina bê ya Encumena Nûneran de hemû alî amade bin."

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir