Serok Barzanî: Êriş karwanê bipêşketina Herêma Kurdistanê ranawestînin

.

Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê şandeke Wezareta Karên Derve ya Japonyayê pêşwazî kir.

Di civînê de êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê, hilbijartinên Îraqê û rewşa herêmê hatin gotûbêjkirin.

Baregeha Barzanî li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê Berpirsê Dosyeya Rojhilata Navîn ê Wezareta Karên Derve ya Japonyayê Masamichi Sugaya, Balyozê Japonyayê yê Îraqê Akira Endo û çend dîplomatan din di nav heyete de bûn.

"PDKyê zêdetirî milyonek deng standin"

Di hevdîtinê de şandeya mêvan ji ber serkeftina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û bidestxistina zêdetirî milyonek dengan Serok Barzanî pîroz kir.

Şandeyê ev serkeftin wekî "nîşaneke zelal a pêgeha PDKyê ya di nav gel de" pênase kir.

Rayedarên Japonyayê pesnê bipêşketina Herêma Kurdistanê da û ew wekî sedemeke girîng a ji bo bipêşxistina hilberîna biyanî bi nav kir.

Şandeyê her wiha ji bo bipêşxistina pêwendiyan di warên cuda de amadebûna welatê xwe anî zimên.

Êrişa li ser Kormorê

Şandeya Wezareta Karên Derve ya Japonyayê dilgiraniya xwe ji bo êrişa dawî ya li ser Kormorê nîşan da û ew şermezar kir.

Şandeyê ragihand ku ev êriş li dijî aramiya enerjî û aboriya Îraq û Herêma Kurdistanê ne.

Serok Barzanî piştgirî da pêşxistina pêwendiyan û diyar kir ku nêrîna gelê Kurdistanê ya li hemberî gel, dewlet û şaristaniya Japonyayê her tim erênî ye.

Serok Barzanî bal kişand ser êrişa li ser Kormorê û got, "Ev cûre êriş û gef karwanê bipêşketina Herêmê ranawestînin."

Serok Barzanî behsa pêvajoya siyasî ya Îraqê, qonaxa piştî hilbijartina Parlamentoya Îraqê û kêmasiyên yasaya hilbijartinê kir.

Her wiha paşeroja Kurdan li Sûriyeyê û pêngavên pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mijarên din ên civînê bûn.

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan