Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li ragihandina agirbesta navbera Amerîka û Îranê kir û hêvî xwast ku ev pêngav bibe destpêka bidawîbûna kêşeyên kûr ên li navçeyê û mîsogerkirina aramiyê.
Serok Mesûd Barzanî îro Çarşemê, 8ê Nîsanê, di peyameke li ser hesabê xwe yê tora civakî "X"ê de ragihand, piştî ragihandina agirbestê, hêviyeke mezin ji bo aştiyê çêbûye. Serok Barzanî herwiha tekez kir, bijardeya aştiyê her tim ji wêrankariyên şer çêtir û pêştir e.
"Aştî ji şer baştir e"
Serok Barzanî di peyama xwe de wiha got: "Em hêvîdar in ev agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de aştiyeke berdewam, asayîş û bextewariyê ji bo navçeya me bîne û bibe destpêka bidawîbûna yekcarî ya wan kêşeyên ku li navçeyê me hene. Bêguman, aştî her tim ji şer baştir e."
Ev daxuyaniya Serok Barzanî di demekê de tê, îro berbangê agirbesteke 14 rojî di navbera Washington û Tehranê de hat ragihandin û biryar e roja Înê jî danûstandinên aştiyê li Îslamabadê dest pê bikin.