Serok Barzanî: Em bêyî tevlîbûna pêkhateyan beşdarî hilbijartinê nabin

.

Serok Mesûd Barzanî, îro 25ê Nîsanê roja Pêncşemê pêşwazî li Patrîkê Dêra Rojhilat a Aşûriyan li Cîhanê Patrîk Marawayê Sêyem kir. 

Baregeha Barzanî li ser hevdîtinê ragihand, Patrîk Marawayê Sêyem di wê hevdîtinê de rêz ji bo rola Serok Barzanî ya piştevanîkirina pêkhatên dînî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê nîşan da û ji ber vekirina baregeha sereke ya Patrîyakê li bajarê Hewlêrê spasiya Serok Barzanî kir.

Patrîkê Dêra Aşûriyan spasiya Serok Barzanî kir, ji ber helwesta wî ya li ser biryara nedestûrî ya Dadgeha Federalî ji bo betalkirina kotayên pêkhateyan û ragihand ku helwesta Serok Barzanî nîşana nerîneke mirovdostane ye û ji bo pêkvejiyan û tebahiya li Herêma Kurdistanê û Iraqê dilgermî û wefa ye.

Di beşeke din de, Serok Barzanî hebûna ferhenga pêkvejiyanê li Kurdistanê wekî şanaziyeke mezin wesif kir û tekez kir, “Em dê bi hemû awayan wê ferhengê biparêzin û wê zengîntir jî bikin”.

Serok Barzanî bal kişand ser biryara nedestûrî ya nehiştina kotayan û destnîşan kir, “Em bê sererastkirina wê şaşîtiyê û bê tevlîbûna pêkhatan amade nînin ku tevlî hilbijartinan bibin ji ber ku bêparkirina pêkhatan lêdana nirxên dîrokî yên gelê me ye”.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand