Serok Mesûd Barzanî radigihîne ku eger peymana wan a bi Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan re neyê bicihanîn, ti wateya mana wan a di hikûmeta Îraqê de namîne.
Serok Barzanî her wiha da zanîn ku li Bexdayê li dijî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) komployek hatiye kirin.
Serok Barzanî metirsiya xwe jî venaşêre ku piştî vekişîna Hêzên Hevpeymanan (Koalîsyon) a ji Îraqê, heman senaryoya 2014an ducare bibe û DAIŞ careke din vegere.
Serok Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke li gel kanala El-Şerqiyeyê de, qala çendîn pirsên taybet ên têkildarî Îraq, Herêma Kurdistanê û herêmê kir.
Serok Barzanî li ser wê pirsa ku hêzên artêş, dije-teror, Heşdî Şebî û Pêşmergeyên Îraqê hene got:
"Sala 2011an nêzîkî 100 hezar leşkerên Amerîkayê hebûn. Li Bexdayê gelek hevdîtin hatin kirin û ez jî tevlî gelek ji wan hevdîtinan bûm.
Mijar ew bû ku gelo em dê bi Amerîkayê re peymaneke dualî bikin an pêwîst e ew vekişin?
Di civîneke ku Wezîrê Karên Navxwe û Wezîrê Parastinê lê amade bûn, min got birano em vê mijarê gotûbêj dikin, ka bila em vê pirsê ji kesên ku rasterast pêwendîdarî pirsa ewlehiyê ne bikin.
Wê demê ez wisa dizanim Wezîrê Parastinê Ebdulqadir Ubeydî bû û Wezîrê Karên Navxwe Cewad Bolanî bû, zêde jî ne piştrast im.
Me ji wan pirsî ka gelo şiyana we heye ku hûn parastina welêt bikin? Wezîrê Parastinê got, 'Bi Xwedê tiştekî min nîne.'
Me got, 'Nexwe tu ne Wezîrê Karên Navxwe yî?' Wî jî got, 'Bi Xwedê em nikarin binkeyekê jî biparêzin'."
"Amerîkî çûn û DAIŞ hat"
Serok Mesûd Barzanî li ser wê mijarê got ku wî wê demê pirs kiriye:
"Madem wisa ye em li ser çi guftûgoyê dikin? Hinekan israr dikir û muzayede dikirin.
Wê demê min ji wan pirsî, 'Gelo efserekî Amerîkî nikare bikeve vê salonê û me hemûyan desteser bike?' Yekî ji wan ku navê wî di bîra min de nemaye got, 'Bi Xwedê ne ku efserek, leşkerekî Amerîkî jî dikare vî karî bike.'
Min jî got, 'Nexwe ne baştir e herî kêm peymanek hebe heta ku dema dagirkeriyê bi dawî bibe û em serweriya xwe wergirin?
Werin em peymanekê bikin.' Lê wê demê Amerîkayî çûn û DAIŞ hat."
Serok Barzanî wiha pê de çû, "Niha jî ez ji heman senaryoyê ditirsim lê rewş cuda ye.
Sala 2014an piştî ku DAIŞ hat, hikûmeta Îraqê pêwendî bi Amerîka, welatên Ewropayê û NATOyê re danî û got, 'Ji bo xatirê Xwedê werin alîkariya me bikin'."
"Desthilata tam a ti serokwezîrî nîne"
Di beşeke din a axaftina xwe de Serok Mesûd Barzanî bal kişand ser wan astengî û pirsgirêkên li pêşiya serokwezîrên berê yên Îraqê û got:
"Desthilata tam a ti serokwezîrî nebûye û serbest nebûne. Berdewam astengî hebûn û heta radeyekê îradeya wan hatibû desteserkirin.
Desthilata wan partiyên heyî li ser wan hebû. Di pileya yekem de Çarçoveya Hevahengiyê berpirsyar e, ew desthilatdar e û ev jî şaşiyeke mezin e."
Serok Barzanî tekez kir û got, "Nabe pêkhateyek bi tena serê xwe fermanrewaniyê bike.
Niha jî hema hema hemû tişt di destê wan de ye û hemû desthilat ya wan e. Fermanrewanî şîe ye.
Eger vegerin ser prensîba hevkariyê, lihevkirin û hevsengiyê û ew prensîb pêk were, baş e.
Lê eger heman rêbaza kevn bidomînin, ev tê wê wateyê ku tenê ew fermanrewan in."
"Bêyî Sedir û PDKyê hikûmet felc dibe"
Serok Mesûd Barzanî her wiha anî zimên:
"Eger Sedir, Partiya Demokrat a Kurdistanê û aliyên din di nav hikûmetê de nebin, dê ew hikûmet felc bibe û tije kêmasî be."
Serok Mesûd Barzanî derbarê rûniştina parlamentoyê ya ji bo dengdana li ser wezîrên kabîneya Elî Zeydî got:
"Na, em ne razî ne. Ew beşek ji komployê bû. Dibe ku wan wiha hizir kiribe ku bi vî awayî hêza xwe nîşanî PDKyê didin ku qaşo ew fraksiyoneke mezin in, serkêşiya Îraqê dikin û dê PDKyê bixin perawêzê.
Dibe ku xeyaleke wan a bi vî rengî hebe lê ti kes nikare vî karî bike.
Wan gelek hewl da ku PDKyê bixin perawêzê lê paşê ew bi xwe man li perawêzê û PDK her ma."
Serok Mesûd Barzanî her wiha got:
"Em beşdarî wê hikûmetê bûn. Dema em vegeriyan Bexdayê, piştî wê PDK rûbirûyî komployeke kirêt bû.
Peymaneke me ya îmzekirî ya di navbera Alîkarê Serokê PDKyê Nêçîrvan Barzanî û ji Çarçoveya Hevahengiyê Birêz Hadî Amirî de hebû.
Li ser bingeha wê peymanê biryar hatibû dayîn ku em beşdarî wê hikûmetê bibin û divê bê bicihanîn.
Heke na, ti wate û hincet ji bo mana me ya di hikûmetê de namîne."
"Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin"
Serok Barzanî li ser xalên herî berbiçav ên wê peymanê diyar kir:
"Em dê di demeke nêzîk de eşkere bikin. Peyman beriya pêkanîna hikûmetê hatiye çêkirin.
Di peymanê de ti tiştê ku li derveyî destûrê be yan li dijî destûrê be nîne.
Eger peyman neyê bicihanîn, ne hewce ye em di wê hikûmetê de bimînin û em nabin şahidê derewan.
Pirsgirêk ne ew e ku postekî te heye yan wezîrekî te heye. Pirsgirêkên bingehîn hene, pirsgirêk kevn in û em pê dinalin: Maf, hevparî û rûmet."
Serok Barzanî amaje pê kir ku di dema pêkanîna hikûmetê de hin aliyên di nav Çarçoveya Hevahengiyê de û hin aliyên Sunî li dijî PDKyê komplo kiriye lê pişt re wan rûpeleke nû bi wan re vekiriye.
"Hêvîdar im danîna çekan negihîje şer"
Serok Barzanî li ser mijara çekên di destê dewletê de got:
"Em hêvîdar in mijara danîna çekan negihîje şer. Ev ne di berjewendiya Îraqê, ne ya Herêma Kurdistanê û ne jî ya ti kesî de ye.
Lê gelo ev kar dê çawa were kirin? Ez piştî 30yê Îlonê zehmet dibînim.
Eger ev pirs piştî çend mehan jî were çareserkirin dê ji bo hemû Îraqê û her wiha ji bo wan komên çekdar bi xwe jî bibe serkeftin.
Tişta girîng ew e ku ew çek di bin kontrolê de be. Eger were bikaranîn jî divê bi fermana fermandariya giştî be, ne ku her kes li gorî kêfa xwe tevbigere."
Serok Barzanî anî zimên, "Pêwîst e ev dosye bi aştiyane were çareserkirin. Eger bi Îranê re be yan bi her welatekî din re be karekî baş e ku were çareserkirin.
Lê tişta ez dibînim pêkanîna wê karekî zehmet e, ji ber ku hinek kes ji vê rewşê sûdê werdigirin û dev ji çekan bernadin."
Wî her wiha da zanîn, "Divê zexta Amerîkayê li ber çavan bê girtin, mijareke gelekî girîng e ku heke Amerîkayê ceza li ser Îraqê sepandin.
Ji ber vê yekê çareserkirina pirsa çekan di berjewendiya Îraqê de ye.
Eger neyê çareserkirin Îraq dê rûbirûyî pirsgirêkên mezin bibe, ji wan jî cezayên li ser Îraqê û tecrîdkirina wê ji aliyê civaka navneteweyî ve."