Serok Mesûd Barzanî ragihand ku divê hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê beriya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê bê avakirin.
Serok Mesûd Barzanî îro bi hinek kesayetî û xelkê bajarê Hewlêrê re civiya.
Wî di civînê de behsa çend mijarên wekî girîngiya Hewlêrê, hilbijartinên Îraqê, pêkvejiyan û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir.
“Hewlêr penageha hemû azadîxwazan e”
Serok Barzanî di destpêka axaftina xwe de kêfxweşiya xwe bi civînê anî ziman û tekezî li ser pêgeha dîrokî û niha ya Hewlêrê kir û got:
"Dema behsa dîroka çend hezar salî ya vî welatî tê kirin, di rastiyê de behsa Hewlêrê tê kirin.
Îro Hewlêr paytext e û cih û penageha hemû penaber û azadîxwazan e."
Serok Barzanî amaje bi hilbijartinên parlamentoya Îraqê kir û got:
"Her hilbijartin girîng e û ji bo me tiştekî prensîbî ye û baweriya me bi wê heye ku milet biryarê li ser çarenivîsa xwe bide, her wekî ku meha Adara 1991ê dema raperînê li Koyeyê min xwest ku hilbijartin bê kirin û milet biryara xwe bide.”
Serok Barzanî xwest ku hilbijartineke pak û bêalî bê kirin û behsa qonaxên hilbijartinên li Îraqê yên ji sala 2005an heta niha kir.
Wî rexne li yasaya niha ya hilbijartinan a li Îraqê kir û got, “Ji ber berjewendiya giştî em beşdarî hilbijartinan dibin û em hêvî dikin ku piştî van hilbijartinan guherîn çêbibin û kesên ku hest bi berpirsiyariyê bikin werin û pirsgirêk bên çareserkirin.”
Serok Barzanî ji kesên hazire re got, “Helwest û raya we gelekî girîng e û hûn bi xwe hemû tiştî dibînin û tiştê ku hûn ji bo Hewlêr, Kurdistan û Îraqê jî baş dibînin, hûn wê biryarê bidin."
Serok Barzanî derbarê projeyên xizmetguzariyê jî wiha got:
“Gelek proje hatine kirin, ev ne minet e û ev karê hikûmetê ye. Partî ji bo wê yekê hatiye damezirandin ku xizmeta vî miletî bike.
Partî çi ji bo vî miletî û ji bo Hewlêrê bike hîn jî kêm e."
“Heta ku em sax bin em deyndarê we ne”
Serok Mesûd Barzanî di heman demê pesnê helwesta xelkê Hewlêrê ya di dema pêvajoya Enfalên Barzaniyan û Enfalên sala 1988an de da û got:
“Qet qenciya xelkê Hewlêrê nayê jibîrkirin û heta em sax bin em deyndarê we ne."
Wî her wiha Hewlêr wekî bajarê pêkvejiyanê bi nav kir û got:
“Hewlêr bajarê pêkvejiyanê ye, ferhenga pêkvejiyanê ferhengeke dewlemend e û em pê serbilind in û li derve û li hemû navendên navneteweyî çeka herî bihêz bûye di destê me de ku em şanaziyê pê dikin û divê ev ferheng ji bo nifşên paşerojê kûrtir û bihêztir bibe."
Serok Barzanî tekezî li ser berdewamiya biratî û pêkvejiyanê kir û amaje bi serdema Şoreşa Îlonê kir ku Ereb, Mesîhî û Tirkmen di serkirdayetiya şoreşê de bûn.
Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê
Serok Barzanî li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî got:
“Me wisa didît ku piştî 2003yan derfeteke zêrîn derkeve pêş ku her takekesekî Îraqî bigihîje maf û erkên xwe, loma em çûn Bexdayê û bi hemû niyeta pak me hewl da heta em gihiştin wê qonaxa ku destûr sala 2005an hat amadekirin.
Ji bo wê demê û niha û paşerojê jî têra wê tiştên erênî tê de hene ku kar pê bê kirin û sûd ji wê bê wergirtin.
Em piştgiriyê didin wê destûrê lê mixabin ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve nehat bicihanîn.
Niha jî gelek tiştên ku bi Herêma Kurdistanê ve girêdayî ne, bi yasayên serdema rejîma Beasê tên birêvebirin."
Serok Barzanî daxwaza vegera li destûra Iraqê kir û hêvî xwest ku pirsgirêk bên çareserkirin û êdî mafên destûrî û yasayî yên xelkê Kurdistanê neyên binpêkirin.
Wî her wiha bal kişand ser hewlên Kurdan ên ji bo bicihanîna mafên pêkhateyan di destûrê de û got:
“Eger Kurd nebûna, nîyeta wan nebû ku wê bendê di destûrê de bi cih bikin."
“Divê hikûmeta nû beriya hilbijartinan bê avakirin”
Serok Barzanî di beşeke din a civînê de careke din tekez kir ku divê beriya Îraqê, hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bê avakirin.
Serok Barzanî bal kişand li ser projeyên stratejîk ên Herêma Kurdistanê û got ku bandora çêkirina bendavan dê di parastina avê û rûbirûbûna krîza avê ya paşerojê de hebe.
Serok Barzanî herî dawî careke din spasiya amadebûyan kir û got:
"Em ji Hewlêr û Hewlêriyan fêrî exlaq, mirovdostî û mêrxasiyê dibin."