Serok Mesûd Barzanî îro 18ê Mijdarê li Dihokê, gotarek di vekirina şeşemîn Korbenda Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn (MEPS 2025) de, pêşkêş kir û ragihand, "Pêwîst e em hemû bi hev re hewl bidin ku dewleta saziyan were damezrandin, da ku êdî 'dewletok' di nava dewletê de nebin asteng û pirsgirêkan dernexin." Herwiha Serok Barzanî ragihand, divê "yasa serwer be, her welatiyek maf û erkên xwe bizanibe û zêdetir bal were kişandin ser xizmetguzariyê ji bo seranserê Iraqê."
Serok Barzanî got jî: "Ez di wê baweriyê de me ku gelê me hemû, li Kurdistanê, li naverast û li başûr, ji dirûşman westiyaye. Wan gelek dirûşm bihîstine. Xelk bi kiryarî tiştan dixwaze; kareba, rê, nexweşxane û perwerdehiyeke rast û dirust dixwaze. Em hêvîdar in ku her aliyek berê xwe bide wê yekê ku asta jiyana gelê me pêş bikeve. Ev yek dê encameke baş bide."
Deqa Gotara Serok Barzanî li Korbenda MEPS 2025:
Ez bi xêrhatina germ a we hemûyan dikim û lêborînê dixwazim eger mirov nikaribe hemû navan bibêje, lê hûn hemû bi xêr hatin.
Ev korbend di demekî gelekî hestiyar de tê lidarxistin. Qeyran li hemû cîhanê zêde ne, lê bi taybetî li herêma me, herêma Rojhilata Navîn, qeyranên gelekî zêde û metirsîdar hene. Em hêvîdar in ku ev corê korbendan bibin alîkar ji bo dîtina rêyên çareseriyê ji bo wan qeyranan.
Hin bûyer, guherînên mezin çêdikin, yan jî dîrokeke nû diafirînin. Weke ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, Peymana Sykes-Picot guherîneke mezin li herêmê kir û ew sîstema ku li gorî Peymana Sykes-Picot hate damezrandin, mixabin ewlehî û aramî ji herêmê re neanî, pirsgirêkên mezin jê re çêkirin. Heta îro em hemû gelên ku li vê herêma Rojhilatê ne, di bin destê wê peymanê de dinalin. Ji ber vê yekê, nêrîna me ew e ku em, weke gelên herêmê, bifikirin ku pirsgirêk li ku ye, da ku ew pirsgirêk werin çareserkirin. Qet ne maqûl e ku em bi hev re bijîn û ne li hev bin û pirsgirêk di navbera me de hebin. Eger me pirsgirêkên xwe dîtin, çareserî dê gelekî hêsan be eger niyet û vîn hebe.
Gelekî asayî ye ku şaşî bên kirin, lê berdewamkirina li ser şaşiyê tawan e. Siyaseta xweferzkirinê û destdanîna ser hemû waran bi ser neketiye, ne li cem me li Iraqê û ne jî li ti welatekî din ê Rojhilata Navîn, û her aliyek jî zerermend bûye. Pêwîstiya nifşên paşerojê bi wê yekê heye ku jiyaneke xweş û bextewer derbas bikin. Ew pirsgirêkên ku em û yên berî me tê de jiyan û me dîtin, heq e ku em wan pirsgirêkan ji bo wan nifşên ku li pey me tên, li pey xwe nehêlin.
Dewleta Iraqê ya ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem hate damezrandin, li ser bingeha hevparîyê hatiye avakirin. Piştre, di Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an de, madeyek di destûra demkî ya wê demê de hate nivîsandin ku digot, (Ereb û Kurd di vê niştimanê de hevpar in). Vê yekê hêzeke din da hem Iraqê û hem jî keşûhewayeke wisa li Iraq û Kurdistanê afirand ku rojên gelekî xweş bûn. Dîsa jî, ev bi ser neket. Di 11ê Adarê de lihevkirinek di navbera Şoreşa Eylûnê û hikûmeta Iraqê ya wê demê de hate kirin, demekê dom kir û dîsa bi ser neket. Encama wê ew bû ku me dît, kîmyabaran bû, Enfal bû, wêrankirina gundan bû. Ti carî serkirdetiya şoreşê yek derfet jî ji destê xwe neda ji bo çareseriyeke aştiyane. Di sala 1963an de, bêyî ku em bifikirin ka kî li Bexdayê hikûmet e, her dema ku derfeta aştiyê hebûye, em ber bi wê aştiyê ve çûne; salên 63, 64, 66, 70 heta 91an. Me weke Kurd selmand ku em aştîxwaz in. Ew tiştên ku bi serê me de hatin, em ji bîr nakin, lê em li pey tolhildanê neçûn, ji ber ku em baş dizanin ku biratiya me û Ereban û pêkhateyên din gelekî bilindtir û bihêztir e ji wan nakokiyan an jî tawanek ku ji aliyê hikûmetê ve were kirin. Nakokiya bi hikûmetê re tiştek e, û biratî û dostanî û lihevkirina di navbera gelan de tiştekî din e.
Derfeteke zêrîn ji bo me hemûyan derket pêş piştî rûxandina rejîmê di sala 2003an de û li ser sê bingehan pêngav hatin avêtin: li ser (Hevparî, Hevsengî û Lihevkirinê). Di 2005an de destûrek ji bo Iraqê hate danîn. Wê demê jî me dizanî ku di vê destûrê de kêmasî hene, lê eger em bi destûrên berê û bi destûrên welatên cîran re berawird bikin, destûreke gelekî pêşketî ye û aliyên wê yên erênî gelekî zêdetir in. Destûrê bi xwe jî mekanîzma daniye ji bo ku eger kêmasî hebin, werin çareserkirin. Wê roja ku destûr bi dawî bû, ez vegeriyam Hewlêrê û min got, ev destûr ne ew e ku hemû tiştên em dixwazin tê de bin, lê destûreke ku gelek tişt tê de hene ku em dikarin pê serbilind bin; destûreke ku Iraqê dibe qonaxeke din. Pêwendiya di navbera Herêmê û hikûmeta federal de rêk xistiye, ji ber vê yekê ew destûreke ku me wê demê, niha û ji bo paşerojê jî piştgiriya wê kiriye û dikin.
Bi rastî divê em vê pirsê ji xwe bikin; ev hemû pirsgirêk, gelo sûcê Kurdan e yan sûcê hikûmetê ye? Ez ti aliyekî bêguneh nabînim, lê bêguman, dema ku kesek desthilat, derfet û hêza wî hebe, sûc zêdetir dikeve ser milê wî. Me hemûyan êş û azarên mezin kişandin, xwîneke zêde rijî. Ew derfeta ku di 2003an de derket pêş, hîn jî ew derfet maye û divê em ji dest nedin. Destûreke me heye, em pê pabend in û ew destûr rê nîşan dide ku eger pirsgirêkek derket pêş, dê çawa were çareserkirin. Em hêvîdar in ku ew hilbijartina ku çend roj berê hate kirin, rê xweş bike ji bo ku em vegerin ser rêyeke rast û proseya siyasî li Iraqê vegere ser rêçikeke rast û dirust, da ku ti pirsgirêk di navbera me de nemîne.
Ez li vir bi guncaw dibînim ku kêfxweşiya xwe ji bo wê proseya aştiyê ya ku li Tirkiyeyê dest pê kiriye, diyar bikim. Me piştgiriyeke germ jê re kiriye û em ê piştgiriya wê bikin. Em hêvîdar in ku bigihîjin wan armancên ku xêra her aliyekî tê de be. Herwiha, derfeteke zêrîn ji bo Sûriyeyê jî derketiye pêş. Em hêvîdar in ku Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyeyê jî, di navbera xwe û hikûmeta heyî de dîsa bi awayekî aştiyane û demokratîk wan pirsgirêkan çareser bikin û bigihîjin lihevkirinekê ku hemû bi hev re ji bo xwe jiyaneke xweş derbas bikin.
Gelî Birêzan,
Di 11ê Mijdarê de hilbijartineke gelekî girîng li Iraqê hate kirin. Ez li vir bi pêwîst dibînim ku pîrozbahiyê li hemû gelê Iraqê bikim ji bo vê hilbijartina serketî. Ji aliyê teknîkî ve gelekî serketî bû. Heta ji bo agahiya we, di hilbijartina berê de, ez çûm, şansê dawî da min ka gelo dê tiliya min bixwîne yan na. Wekî din, eger wisa bûya ku min deng nedabûya, prose ewqasî aloz bû. Lê vê carê di yek deqeyê de her tişt bi dawî bû. Tişta ku min dît, ji aliyê teknîkî ve gelekî birêkûpêk bû û Elhemdulillah min nebihîst ku li ti cihekî, ne li başûr û ne jî li ti cihekî din, ti pirsgirêkên wisa çêbûbin ku wê keşûhewaya xweş nexweş bikin. Ev hemû cihê destxweşiyê ne, hem ji bo hikûmeta federal, hem ji bo gelê Iraqê hemûyan, û hem jî ji bo hikûmeta Herêmê. Ez pîrozbahiyê li her aliyekî dikim.
Ez gelekî bi pêwîst dibînim ku ev bibe handerek ji bo ku pêngavên cidî piştî vê hilbijartinê bên avêtin. Yek ji wan, sererastkirina yasaya hilbijartinê ye. Li gorî nêrîna me, ew yasaya ku ev hilbijartin pê hate kirin, ne dadperwer e û gelek kêmasî tê de hene. Mafê gelek kesên hêja hate windakirin û kesên ne hêja maf wergirtin. Divê em bi cidî ligel hemû aliyên din hewl bidin ku ev yasa were rastkirin, ji ber ku bi rastî di vê yasayê de ti dadperwerî tinebû.
Xala duyem, divê kar were kirin ji bo damezrandina Encûmena Federal li gorî Madeya 65 a destûrê, ji ber ku ev pêwîstiyek e û garantiyek e hem ji bo Herêmê û hem jî ji bo hemû parêzgehan.
Xala sêyem, divê Dadgeha Federal li gorî destûrê û li gorî Madeyên 92 û 93an were damezrandin. Divê hemû ev tiştên ku bi destûrê re guncaw in, bên kirin û neyên paşxistin, ji ber ku dibe ku sedema gelek pirsgirêkan nebûna van saziyan bû.
Divê Madeya 140 were cîbicîkirin û êdî neyê piştguhkirin. Divê Yasaya Neft û Gazê were derxistin ku bi destûrê re guncaw be, ku ew jî bû sedema gelek ji wan pirsgirêkên ku di navbera Herêm û Bexdayê de çêbûn û qet ne pêwîst bûn. Ew yasa di sala 2007an de hate nivîsandin û amadekirin. Ez naxwazim bikevim nav hûrgiliyan, lê diviyabû wê demê me ew kar bikira. Heta niha paşxistina wê şaşiyeke mezin bû, lê em ji vir û pê de hêvîdar in ku ew yasa jî were cîbicîkirin û bi dawî bibe.
Pêwîst e em hemû bi hev re hewl bidin ku dewleta saziyan were damezrandin, êdî dewletok di nava dewletê de nebin asteng û pirsgirêkan çênekin. Divê yasa serwer be, her welatî maf û erkê xwe bizanibe û zêdetir bal were kişandin ser xizmetguzariyê ji bo seranserê Iraqê. Ez wisa dizanim ku gelê me hemû, li Kurdistanê, li naverast û li başûr, ji dirûşman westiyaye. Gelek guhê wan li dirûşman bûye. Xelk bi kiryarî tiştan dixwaze. Kareba, rê, nexweşxane û perwerdehiyeke rast û dirust dixwazin. Em hêvîdar in ku her aliyek berê xwe bide wê yekê ku asta jiyana gelê me ber bi pêş ve biçe. Ev ê encameke baş bide.
Derbarê rewşa Herêmê de, li vir jî salek û mehek bi ser hilbijartinê re derbas bûye. Hema piştî ku encamên hilbijartinê hatin ragihandin, me daxwaz ji hemû wan partiyên ku kursî bi dest xistibûn kir ku werin em hikûmeteke bin-fireh pêk bînin, lê nehatin. Ez hêvîdar im ku dîsa ev hilbijartinên federal ên ku hatin kirin, bibin hander. Ez careke din wê daxwazê li hemû aliyên Kurdistanî dikim ku vegerin û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî were pêkanîn. Ez hêvîdar im ku herdu hikûmet bi hev re bên pêkanîn da ku giraniya her aliyekî were parastin. Hêvîdar im ku aliyên Kurdistanî baş guh bidin vê gotara min. Niha ew mercên ku piştî hilbijartina federal hene, ne ew mercên berê ne. Pêwîst e li gorî destkefta hilbijartinê, her aliyek bigihîje mafê xwe.
Mijareke din a girîng, ew metirsiyên ku rûbirûyî Iraqê û hemû herêmê bûne çi ne? Metirsiya herî mezin heta niha jî pirsa terorê ye ku hîn bi dawî nebûye. Diyardeya DAIŞê diyardeyeke metirsîdar e û nabe ti carî ji bîra me biçe. Her dema ku derfetê bibînin, demeke dirêj derbas nabe ku DAIŞ careke din xwe nû dike. Ji ber vê yekê, pêwîstî bi hemahengiyeke temam heye di navxwe de, di navbera hemû hêzên siyasî, hikûmetê û hikûmeta Herêmê de. Pêwîstiya me bi alîkarî û piştgiriya dostên me yên li derve jî heye. Ew ê bi çi şêweyî be, ew ji bo dewletê dimîne ku ligel dewletan wê pêwendiyê rêk bixe. Lê eger em bêjin pêwîstiya me bi wê alîkariyê nemaye û DAIŞ nemaye, ez di wê baweriyê de me ku em çavê xwe ji rastiyê digirin. DAIŞ maye û pêwîstiya me jî bi alîkariya dostên me yên li derve maye.
Metirsiyeke din li cem min ji hemûyan metirsîdartir e; ew jî ya madeyên hişber e. Mixabin gelek ciwanên me, ji Kurdistanê bigire heta Besrayê, bi vî derdî ketine, ji ber ku bernameyeke birêkûpêk hebû ji bo ku mala me wêran bikin. Ji ber vê yekê, pêwîstiyeke mezin heye ku sazîyên ewlehiyê û sazîyên pêwendîdar karekî gelekî cidî bikin ji bo nehiştina madeyên hişber. Ewên ku bazirganiya wê kirine, tawanbarên gelekî mezin in. Ewên ku kargehên madeyên hişber danîne, ji wan bazirganan tawanbartir in. Em hêvîdar in ku hikûmeta dahatû ya federal û hikûmeta Herêmê hemahengiyeke temam bikin ji bo ku sînorekî ji bo wan tawanbaran deynin, sînorek ji bo wê gefa gelekî cidî were danîn, û ewên ku bazirganî kirin û kargehên madeyên hişber danîn, werin cezakirin û darizandin.
Metirsiyeke din, pirsa tundrewiya neteweyî û tayifî ye ku me ti carî sûd jê nedîtiye û xêr jî jê nedîtiye. Mixabin carinan em dibihîzin ku hinek li ser wê têlê dixin, lê ez hêvîdar im ku ew tenê ji bo kampanyaya hilbijartinê be û nebe rêbazek li cem ti aliyekî, ji ber ku me tu xêr jê nedîtiye û em ê nebînin jî.
Rewşa cîhanê bi giştî, hemû qeyran e, lê qeyrana metirsîdar ew e ku li herêma me, li Rojhilata Navîn e. Em hêvîdar in ku hemû qeyran bi aştî û diyalogê werin çareserkirin. Tişta ku pêwendiya wê bi me li Iraqê heye, em hêvîdar in ku Iraq nekeve nav wan pevçûnan, gelê Iraqê were parastin û Iraq nebe meydana pevçûna aliyên din. Em hêvîdar in ku aliyên din jî rewşa Iraqê li ber çavan bigirin. Hîn gelê me birîndar e, hîn welatê me nehatiye ser xwe. Piştre, li ser vê yekê careke din bela bi serê me de werin, Xwedê qebûl nake.
Xala dawî ya ku ez dixwazim amaje pê bikim, mijara çanda pêkvejiyanê ye. Li Kurdistanê em pê serbilind in û em şanaziyê pê dikin. Ev çand li hemû Iraqê gelekî bilind hate girtin. Em hêvîdar in ku her aliyek vegere ser wê yekê ku em çanda pêkvejiyanê dewlemendtir û bihêztir bikin, ji ber ku bi rastî Iraq bi vê yekê xweş e ku, weke di destûrê de jî hatiye, pir-neteweyî, pir-olî û pir-mezhebî ye. Em hemû di vî welatî de hevpar bin û em hemû erkê xwe bizanibin û mafê xwe jî bizanibin.
Di dawiyê de, ez hêviya serkeftinê ji bo vî korbendî dixwazim û careke din bi xêrhatineke germ a we hemûyan dikim. Gelek spas.
K24