Serok Barzanî dê biçe Cizîra Botan

.

 Serokê Zanîngeha Şirnexê ji Rûdawê re ragihand ku Serok Mesûd Barzanî dê li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê beşdarî Sempozyûma 4emîn a Navneteweyî ya Melayê Cizîrî bibe.

Sempozyûma 4emîn a Navneteweyî ya Melayê Cizîrî îro li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê dest pê dike.

Sempozyûm dê 2 rojan bidome û ji çar aliyên welêt, Tirkiye û cîhanê mêhvan ji bo sempozyûmê hatine vexwendin.

Serokê Zanîngeha Şirnexê Prof. Dr. Abdurrahîm Alkiş doh ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Serok Mesûd Barzanî jî yek ji wan mêhvanan e ku ji Başûrê Kurdistanê ji bo sempozyûmê hatiye vexwendin.

Prof. Dr. Abdurrahîm Alkiş got:

“Me bi rêya Ofîsa Pêywendiyan a Baregeha Barzanî, Serok Barzanî vexwendiye sempozyûmê û bi egera ji sedî 90 dê bê Cizîrê û beşdarî sempozyûmê bibe.”

Alkiş diyar kir ku çendîn mamoste û akademîsyenên zanîngehên Herêma Kurdistanê jî ji bo sempozyûmê hatine vexwendin û dê di sempozyûmê de gotarên xwe pêşkêş bikin.

Alîkarê Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê jî beşdar dibe

Serokê Zanîngeha Şirnexê da zanîn ku mêhvanekî din ê sempozyûmê jî Alîkarê Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Munîr Karaoglu ye û ji akademîsyenan heta rewşenbîran, ji hunermendan heta birêvebirên xwecihî, parlamenter û siyasetmedaran gelek kesayet dê di sempozyûmê de amade bin.

Bername dê li Salona Konferansê ya Otela Dedemanê ya li Cizîrê were sazkirin û dê beşdar 2 rojan di sempozyûmê de bi panel, gotûbêj û gotarên xwe behsa kesayet û helbestvanê navdar ê Kurd Melayê Cizîrî bikin ku di dîroka Kurdan de xwedî cihekî girîng e.

Melayê Cizîrî kî ye?

Melayê Cizîrî zanyar û helbestvanê Kurd e ku sala 1570yî ji dayîk bûye û sala 1640î çûye ser dilovaniya xwe.

Melayê Cizîrî ku navê wî yê rastî Mele Ehmed e, wekî hemû zana û navdarên Kurd ên wê demê, di malbateke oldar de mezin dibe.

Mamosteyê wî yê pêşîn, bavê wî ye. Dû re li gelek deverên wekî Amed, Colemêrg û Heskîfê xwendina xwe didomîne.

Wî îcazeya meletiyê ji Mele Tahayê Amedî wergirtiye. Demeke dirêj li gundê Sirbayê yê Amedê meletî û seydatî kiriye. Piştî Heskîf û Sirbayê, hatiye Cizîrê û heta dawiya temenê xwe li Cizîrê maye.

Aqilmendiya Mîrê Botan, Şeref Xan dikir. Mîr Îmameddîn (Xan Şeref) gelek rûmetê dide Melayê Cizîrî.

Ji berhemên Mela Ehmedê Cizîrî ya herî navdar "Dîwan"a wî ye. Bi rastî ji xeynî Dîwana wî, qala ti berhemên wî nayê kirin. Tenê hinek helbestên wî yên derveyî Dîwanê bi devkî gihiştine heta dema me.

Mela Ehmedê Cizîrî wekî “Pîrê Eşqê” tê naskirin. Helbestên wî yên li ser evînê heta demek berê jî li malên Kurdan li beramberî hev dihatin xwendin.

Xeynî vana her beşeke Dîwanê bi serê xwe zanistiyek e. Ji dîrokê heya felsefeyê, ji barbariya Cengîz û Tîmûrleng heya teoriya Iqlîdes û Istoqûsê Yewnanî, ji astronomiyê heta tevgera dinyayê û ji gelek tiştên wisa yên din, qal dike.

Dîwana Melayê Cizîrî di warê zimanê Kurdî de xezîneyeke pir dewlemend e. Mela di helbestên xwe de, hinek peyvên Farisî, Erebî û çend peyvên Tirkî jî bi kar tîne.

Di wê xalê de cudatiya wî ji helbestvanên wekî Feqiyê Teyran, Şêx Ehmedê Xanî heye. Li gorî wan peyvên biyanî gelekî zêde bi kar anîne.

Li gel vê yekê, bi zimanekî dewlemend û gelêrî helbestên xwe nivîsandine. Di helbestên wî de pir gotinên pêşiyan, îdiyom û guftûgoyên Kurdî hene.

Melayê Cizîrî nêzîkî 1500 peyv nivîsandine û peyvên wî bi piranî Kurdî ne. Nêzîkî 600-700 peyvên Erebî û Farisî di helbestên wî de hene. Lê ew peyvên wî bi kar anîne peyvên ku gelek helbestvanên dîwanî bi kar anîne ne. Ji ber vê yekê, mirov nikare bibêje ku Cizîrî bi zimanekî din helbestên xwe nivîsandine.

Di Dîwana Melayê Cizîrî de bi giştî 140 helbest hene. Ji van helbestan teqrîben 80 xezel, 13 qesîde, 12 murebba, 1 muxemmes, 1 texmîs, 1 mustezat, 2 muesser, 27 bend muselsel in ku ev tercî'î bend û terkîbî bend, 16 çarîn û 2 yekane û 2 dane berhev, tê de ne.

Melayê Cizîrî di helbestên xwe de wekî helbestvanên dîwanê ji bo xwe mexles bi kar anîne û mexlesên ku Melayê Cizîrî bi kar anîne ji bilî navê wî yê pîroz Ehmed, didu ne; Mela û Nîşanî.

Em ji berawirdkirina Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran dizanin ku ew sala 1631ê li Cizîrê bûye. Herwiha tê zanîn ku wî wê salê (1631) Dîwana xwe qedandiye. Em baş dizanin ku ew heta 66 saliya xwe li jiyanê bûye û piştî wî ji bo me ne diyar e.

Derbarê wefata Melayê Cizîrî de hejmarên cuda hene. Hinek şêst û şeş saliya wî de, hinek heftê saliya wî de mirina wî îdia dikin. Melayê Cizîrî, li gorî Feqiyê Teyran di helbesta xwe ya "Îro girya me tê" de diyar dike, sala 1050î ya koçî de (1640 zayînî) wefat kiriye. Gora wî niha li Cizîrê, di Medreseya Sor de ye.

Kurdistan Haberleri

Li Şamê Peymangeha Kurdî xula fêrkirina semayê vekir
Çarenivîsa 100 hezar Kurdên Êzidî yên li Almanyayê di bin metirsiyê de ye
Amerîka: Em amade ne piştgiriyê bidin parastina Kormorê
Hewlêr: Mafê me ye em bersivê bidin û xwe biparêzin
Nêçîrvan Barzanî û ENKS civiyan: Yekrêzî û hevfêmkirina aliyên Kurdî pêdiviyek e