Serok Barzanî bo ciwanên Kurd ên diyasporayê: Girîngiyê bidin xwendin û xweavakirinê

.

Serok Barzanî pêşwaziya hejmareke ciwanên Kurd ên diyasporaya Kurdistanê kir û ji wan xwest ku, girîngiyê bidin xwendin û xweavakirinê.

Serok Mesûd Barzanî duhî (Yekşem, 5ê Cotmeha 2025ê) li Pîrmamê pêşwaziya 110 ciwanên parçeyên Kurdistanê yên diyasporayê kir, ku di nav wan de 12 ciwanên welatên Ewropayê jî hebûn.

Li gorî ragihandina Baregayê Bazirganî, li destpêka wê civînê Serokê Konfederasyona Diyasporaya Kurdistanî Îsmaîl Kamil spasiya Serok Barzanî kir, ji bo piştgiriya bizava komkirina Kurdistaniyên diyasporayê di bin sîwaneke neteweyî ve ji bo parastina nasnameya wan a neteweyî.

Paşî Serokê Federasyona Ciwanên Revenda Kurdistanî Yad Emîn spasiya piştgiriya Serok Barzanî kir û kurtiyek li ser damezrandina Federasyona Ciwanên Revenda Kurdistanî û rêkxistina vê geştê ji wî re pêşkêş kir, herwesa bal kişand ser armancên nêzîk û dûr ên vê bernameyê.

Piştre Serok Barzanî behsa girîngiya komkirina Kurdistaniyên diyasporayê di bin sîwaneke neteweyî de ji bo parastina çand, ziman û nasnameya neteweyî ya Kurdistanê û piştgiriya doza rewa ya Kurdistanê kir.

Serok Barzanî tekez jî kir ku, divê ciwanên Kurd ên li derveyî welatî di organ û dezgehên Ewropayî de xwedî cih û giraniyek bin û girîngiyê bidin xwendin û xweavakirinê, û herwesa di navbera diyasporayê û welatî de bibin pireke mukom û lobiyeke bihêz di warên dîplomatîk, siyasî û çandî de ji bo Kurdistanê çê bikin.

Di pareke din a wê civînê de, Serok Barzanî behsa rewşa parçeyên din ên Kurdistanê kir û tekez li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo çareseriya aştiyane ya doza rewa ya Kurdistanê li parçeyên din ên Kurdistanê kir.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin