Serok Barzanî: Biryarnameya Serokê Sûriyeyê pêngaveka durist e û bo paşerojê bingeheke e

.

Serok Barzanî û Ehmed Şera li ser lihevkirina di navbera HSD û Şamê de axivîn. Serok Barzanî biryarnameya Ehmed Şera weke pêngaveka durist û bingeheka xurt ji bo paşeroja Kurdan li Sûriyeyê pênase kir.

Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera îro (Yekşem, 18.01.2026) bi rêya telefonê peywendî bi Serok Mesûd Barzanî kir.

Baregayê Barzanî belav kir ku, di wê pêwendiya telefonî de danûstandin li ser pêşhatên dawiyê û guhertinên meydana Sûriyeyê hatin kirin.

Tevî berçavkirina naveroka lihevkirina di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, Ehmed Şera herwesa tekez kir ku hemî mafên Kurdan dê li Sûriyeyê li ber çav bên wergirtin û dê parastî bin. Herwesa piştrastî jî da ku, pirsgirêk dê li gorî bendên lihevkirinan bên çareserkirin.

Serok Barzanî jî di wê peywendiya telefonî de ji aliyê xwe ve tekez li ser “pêdivîtiya garantîkirina mafên gelê Kurd” wekî pareka çareseriya dawiyê kir.

Serok Barzanî di derheqa biryarên nû yên Şamê de jî derketina biryarnameya Serokê Sûriyeyê ya li ser îtîrafkirina bi mafên gelê Kurd weke “pêngaveka durist” binav kir û ragihand ku, mimkin e ev biryarname bibe bingeheka xurt û erênî ji bo ku siyaseta paşerojê li ser mafên Kurdan li Sûriyeyê li ser wê bê avakirin.

Serokê Sûriyeyê yê Demkî Ehmed Şera li roja Yekşemê (17.01.2026) ragihand ku bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re gihîştine lihevkirineka nû.

Armanca sereke ya lihevkirinê ev bû; ragihandina agirbestê û xurtkirina desthilata dewletê li rojhilat û bakur-rojhilatê Sûriyeyê.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin