Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya

.

Serok Mesûd Barzanî şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê pêşwazî kir.

Şandeya Çînî serkeftina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya di hilbijartinên dawî yên Îraqê de pîroz kir.

Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê Alîkarê Berpirsê Pêwendiyên Karên Derve yê Partiya Komunîst a Çînê Jin Xin, Balyozê Çînê yê Îraqê Cui Wei û Konsulê Giştî yê Çînê yê Herêma Kurdistanê Liu Jun pêşwazî kir.

Di hevdîtinê de şandeya mêvan kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî zimên û bi navê Partiya Komunîst a Çînê Serok Barzanî û PDK pîroz kir.

"Em bi çavekî girîng li pêwendiyan dinêrin"

Di beşeke din a civînê de behsa girîngiya pêgeha Herêma Kurdistanê û pêwendiyên dêrîn ên Partiya Komunîst a Çînê hat kirin.

Şandeya mêvan tekez kir ku Komara Çînê dixwaze pêwendiyên di navbera her du aliyan de di warên aborî, bazirganî û çandî de xurt û bihêz bin.

Şandeyê da zanîn ku ew bi çavekî girîng li wan pêwendiyan dinêrin û wan piştevaniya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê ducare kir.

Serok Barzanî bi germî bixêrhatina şandeya mêvan kir û rêz û pêzanînên xwe ji bo gel, şaristanî û dîroka Çînê nîşan da.

Serok Barzanî behsa girîngiya pêwendiyên di navbera PDK û Partiya Komunîst a Çînê û her wiha pêwendiyên Çîn û Herêma Kurdistanê û kir û hêvî xwest ku pêwendiyên dualî berdewam bikin û berfirehtir bibin.

Her wiha pesendkirina encamên hilbijartinên Parlamentoya Îraqê, pêvajoya pêkanîna hikûmeta nû ya federal û pêvajoya siyasî ya Îraqê mijarên din ên civînê bûn.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin