Serok Barzanî bi boneya Cejna Qiyame pîrozbahiyê li Kirîstiyanan dike

.

Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina Cejna Qiyame ya Hezretê Mesîh, peyameke pîrozbahiyê weşand û tê de daxwaza kûrkirina çanda pêkvejiyanê kir.

Serok Mesûd Barzanî îro 4ê Nîsanê di peyama xwe de got: "Bi navê Xwedayê mezin û dilovan, bi helkefta hatina Cejna Qiyamê ya Hezretê Mesîh (silavên Xwedê lê bin), pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî xwişk û birayên Kirîstiyan li Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê dikim."

Serok Barzanî di berdewamiya peyama xwe got: "Hêvîdar im ev bone bibe sedema kûrkirina çanda pêkvejiyan û biratiyê. Herwiha dixwazim ku xwişk û birayên Kirîstiyan û hemû pêkhateyên olî û neteweyî yên din li Iraq û navçeyê di nava aramî û aştiyê de bijîn."

Di dawiya peyamê de, Serok Barzanî xêr û xweşî ji bo hemû aliyan xwest û got: "Cejna we pîroz be û her di xêr û xweşiyê de bin."

K24 

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan