Serok Barzanî: Armanca rejîmê şikandina vîna Kurdan bû lê ew şikest

.

Serok Mesûd Barzanî di salvegera 41emîn bombebarankirina Kampa Zêweyê de peyamek belav kir.

Serok Barzanî ragihand ku armanca rejîma berê ya Îraqê şikandina vîna Kurdan bû lê ew di vê armanca xwe de şikest û anî zimên:

"Ew karesat rûpeleke din a dosyeya reş a rejîmê bû lê wê nekarî vîna Kurdan bişikîne. Berevajî wê yekê, wê Kurd li ser xebatê zêdetir rijd kirin."

Beriya niha bi 41 salan, 9ê Hezîrana 1985an balafirên şer ên rejîma berê ya Îraqê Kampa Zêweyê ya penaberan a li Rojhilatê Kurdistanê bombebaran kir.

Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera Karesata Zêweyê peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de anî zimên, "Di wê êrişa nemirovane de bi sedan jin, zarok, pîr û ciwanên bêguneh şehîd ketinû birîndar bûn."

"Yek ji rojên herî xemgîn ên jiyana min e"

Serok Barzanî di beşeke din a peyama xwe de wê rojê wekî yek ji rojên herî xemgîn ên jiyana xwe pênase kir û got:

"Nalîn û şîna dayîkan, laşên şewitî û parçekirî yên şehîd û birîndarên Zêweyê, dilê her xwedîwijdan dihejand."

"Armanc şikandina vîna Kurdan bû lê..."

Serok Barzanî derbarê armanca pişt wan êrişan daxuyand ku mebesta rejîmê ji wê komkujiyê şikandina vîna Kurdan bû û diyar kir ku armanc "şikandina vîna penaber, Pêşmerge û xebatkarên Kurdistanê bû" lê encama wê "berevajî bû."

Serok Barzanî destnîşan kir ku vê karesatê vîna gelê Kurdistanê ya ji bo domandina xebata li dijî zaliman bihêztir kiriye.

Serok Mesûd Barzanî di dawiya peyama xwe de ragihand ku dawiya dawî "rûreşî û têkçûn ji bo tawankaran ma û serbilindî û serkeftin jî ji gelê Kurdistanê re ma."

Kurdistan Haberleri

Mesrûr Barzanî li ser pirsgirêka benzîn, elektrîk, meaş û avakirina hikûmetê daxuyanî da
PWK li Swêdê beşdarî behî û merasima pakrewanên pêşmergeyên Komeleya Şoreşger ya Zahmetkêşên Kurdistanê bû
YNK û PDK li Hewlêrê civiyan
Çekdarê ku keziya şervana Kurd birîbû di xwenîşandanekê de derket holê
Daxuyaniya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ên Kurdistana Îranê li ser Rojeva Siyasî ya Kurdistan, Îran û Herêmê