Serok Barzanî: Ala Kurdistanê sembol û nîşaneke pîroz a gelê me ye

.

Serok Mesûd Barzanî bi boneya 17ê Berçileyê, Roja Alaya Kurdistanê peyamek belav kir û ev roj li hemû Kurdistaniyan pîroz kir.

Serok Barzanî li ser hejmara xwe ya tora civakî ya "X"ê peyamek weşand û tê de wiha nivîsî: "Ala Kurdistanê sembol û nîşaneke pîroz a gelê me ye û hilgirê peyam û xewn û hêviyên hemû Kurdistaniyan e. Roja Alayê li Kurdistaniyên hêja pîroz be."

Îro 17ê Berçileyê, wekî Roja Alaya Kurdistanê li seranserê her çar parçeyên Kurdistanê bi coş tê pîrozkirin. 

Li Herêma Kurdistanê, tevî ku ezmûnên werza yekem li dibistanan berdewam in, Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye ku beriya destpêkirina ezmûnan, demjimêrek ji bo çalakiyên Roja Alayê û bilindragirtina wê bê terxankirin.

Dîroka Alaya Kurdistanê

Ev ala xwedî dîrokeke kûr e ku digihîje destpêka sedsala 20an. Di sala 1919an de Dr. Kamûran Bedirxan ev ala wekî nûnertiya Kurdistanê li welatên Ewropayê nîşan dabû. Di salên 60î de ji aliyê Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê û piştre ji aliyê revenda Kurd ve di boneyan de hat bilindkirin. Piştî Rapەڕîna 1991ê jî, bi awayekî fermî li ser damûdezgehên Başûrê Kurdistanê hat hildan.

Hilbijartina vê rojê vedigere 17ê Berçileya sala 1945an. Di wê rojê de, Alaya Kurdistanê bi fermî li ser damûdezgehên Komara Kurdistanê li bajarê Mehabadê hatibû hildan.

Parlamentoya Kurdistanê jî di sala 1999an de yasaya Alayê pesend kir û di sala 2009an de bi biryareke fermî, roja 17ê Kanûna Pêşîn wekî "Roja Alaya Kurdistanê" nasand.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Helwesta we ya ji bo Rojavayê Kurdistanê serbilindî ye
Erdheja Kurdan
Berhem Salih: NY amadekariya şandina alîkariyan bo Kobanê dike
Nûredîn Baba li ser peymana bi HSDyê re daxuyanî da
Şaredariya Lozanê 50 hezar frank ji Rojavayê Kurdistanê re şand