Sererkanê Artêşa Îranê jî hat kuştin

.

Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê didomin û medyaya fermî ya Îranê ragihand ku Sererkanê Artêşa Îranê Ebdulrehîm Mûsewî jî hatiye kuştin.

Li gorî nûçeyên medyaya Îranê û ajansên navneteweyî, Ebdulrehîm Mûsewî di êrişeke hevpar a Amerîka û Îsraîlê de hatiye kuştin.

Par hatibû tayînkirin

Kuştina Mûsewî li Îranê dengekî mezin veda.

Mûsewî par meha hezîranê hatibû ser vî postî û ew bi daxuyaniyên xwe yên tund ên li dijî Îsraîlê dihat naskirin.

Ebdulrehîm Mûsewî kî ye?

Ebdulrehîm Mûsewî, sala 1959an li bajarê Qumê yê Îranê ji dayîk bûye.

Bavê wî xwediyê kargeheke rîs bû û Mûsewî di 6 saliya xwe de li kargeha bavê xwe dest bi kar kir.

Di salên xwe yên xortaniyê de perwerdeya hakemtiya futbolê dît û demekê rahênerî jî kir.

Mûsewî sala 1979an tevlî Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bû û heman salê li Fakulteya Efseriyê ya Hêzên Bejayî dest bi perwerdeya xwe ya leşkerî kir.

Şerê Îran-Îraqê

Dema Şerê Îran û Îraqê dest pê kir, ew pêşî şandin herêma Kurdistanê û di nav Tûmena 28an a Kurdistanê de li eniya rojava peywir girt.

Paşê di nav refên Koma 33yan a Topavêjan de derbasî eniyên Xuzistanê bû.

Di dema şer de beşdarî operasyonên girîng ên wekî Velfecr 4 û 9, Beytulmuqedes 5, Qedr û Nesr bû.

Bi giştî 96 mehan li eniya şer ma û nasnavê “xazî” wergirt.

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan