Şerê YBŞê û artêşa Iraqê bû sedema koçberiya xelkê Şingalê

.

Ji ber şerê û aloziyên vê dawiyê yên di navbera Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û artêşa Iraqê de hejmareke malbat ji Şingalê koçber bûn.

Ji ber şerê di navbera Artêşa Iraqê û YBŞê de, di van çend rojên derbasbûyî de 1700 malbat careke din ji Şingalê koçber bûne û berê xwe dane kampên li Herêma Kurdistanê.

Hejmareke malbatên Şingalê duyemîn car e koçber dibin. Cara yekê di sala 2014an de ji ber êrişa DAIŞê, niha jî ji ber şerê YBŞ û artêşa Iraqê koçberî kampên  Duhokê bûne.

Karo Seydo di sala 2016an de ji ber hevjîna xwe vegeriya Nahiya Sinunê. Neştergeriya dil bo hevjîna wî hat kirin û bijîşk gotiye divê dûr ji qerebalixiyê bijî.  Niha cardin bi neçarî vegeran Kampa Şarya ya li Duhokê.

Koçberê Şingalê Karo Seydo got: “Kî me biparêze bila biparêze ser sera û serçavan, lê em êdî nikarin dubare koçber bibin. Ev cara duyemîn e em koçber dibin. Di dîroka Êzidiyan de ev 74 car ferman e berdewam em di koçberiyê de ne.”

Koçbera Şingalê Suda Murad jî got: “Em zêde li wê derê ditirsiyan. Hawin û tişt di hatin bi malê me diketin. Em li ber deriyê xwe rûniştibûn, hawin û doçka li ber me diketin.”

Ji sedî 90 ew malbatên ku niha ji tirsa şer revîne duyemîn car e koçber dibin. Heta niha hejmareke zêde ya vegeryana kampên Duhokê.

Pênc malbat ku ji 47 kesan pêk tê, xwe gihandina kampê û li mala bira û mamên xwe dimînin û nekarine tiştekê jî ligel xwe bibin.

Koçbera Şingalê Hediya  Behrî jî dibêje: “Me her meh 100 hezar dînar kirê dida û me pereyê elektirîkê dida. Me nedikarî li Şingalê bimînin. An bila me bikujin an bila me bo dewletkê bişînin.”

Li gor amarên Rêveberiya Koç û Koçberan li Duhokê ji sala 2014an ve  27 hezar malbatên Şingalê di nav kampan de dijîn û 37 hezar 800 malbat jî dervey kampan dijîn.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî
Şirketa Çînî li Xaneqînê rezervên nû yên petrol û gazê dîtin