Serê 10 xulekan jinek tê kuştin, mal ji derve metirsîdartir e

.

Peyameke metirsîdar ji Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo jinan: “Îhtimala kuştina we li malê ji derve zêdetir e û jinkuştin li cîhanê ber bi kêmbûnê ve naçe.”

Neteweyên Yekbûyî (NY) di Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinan de (25.11.2025) raporek belav kir.

“Cihê herî metirsîdar mal e”

Birêvebira Bernameya Jinan a Neteweyên Yekbûyî Sarah Hendriksê ragihand:

“Bi rastî cihê herî metirsîdar mal e. Cihê herî xeter nav malê ye. Serê 10 xulekan jinek ji aliyê hevjînê xwe an endamekî malbata xwe ve tê kuştin.”

Rapor dibêje ku par nêzîkî 50 hezar jinan ji aliyê kesên nêzîkî xwe ve hatine kuştin.

“Ji sedî 60ê jinan…”

Birêvebira Beşa Analîza Siyaset û Kar û Barên Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Candice Welschê ji Rûdawê re ragihand:

“Ji sedî 60ê wan jinên ku bi qestî tên kuştin, ji aliyê hevjîn an endamên din ên malbata wan ve tên kuştin, lewma em behsa nava malê dikin.”

Ev tê wê wateyê ku ji her 10 tundiyên li malê, 9 li dijî jinan in.

Rapor cîhanê li gorî parzemînan rêz dike û nîşan dide ku jin di 14 salên borî de herî zêde li Afrîkayê hatine kuştin, pişt re li parzemînên Amerîka û Asyayê.

Cureyekî din ê tundiyê

Rapor behsa cureyekî din ê tundiya li ser jinan dike ku bi rêya teknolojiyê tê kirin.

Sarah Hendriksê li ser vê yekê ji Rûdawê re got, “Em di amarên xwe de dibînin ku ji sedî 90 heta 95ê vîdeoyên sexte (deep fake) yên li seranserê cîhanê yên jinan in, bi taybetî wêne û dîmenên seksî yên jinan in.”

Lê divê were gotin ku feydeya teknolojiyê jî hebû.

Seroka Beşa Nehiştina Tundiya li Jinan a Neteweyên Yekbûyî Kalliopi Mingeirouyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Me bipêşketineke zêde dîtiye li ser wê yekê bê ma em çawa dikarin hişê çêkirî ji bo pêkanîna dadmendiyê bi kar bînin, wekî mînak ji bo komkirin û şîrovekirina delîlên tawanan.”

“Ev jinên Kurd ên Sûriyeyê jî li xwe digire”

Neteweyên Yekbûyî dibêje ji bo bidawîanîna tundiya li jinan, girîng e ku çi li Amerîkayê be û çi jî li Kurdistanê be ew beşdarî biryarwergirtin û saziyên dewletê bibin.

Seroka Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Annalena Baerbockê ji Rûdawê re ragihand:

“Li Dohayê, ez bi Wezîra Jin, Malbat, Zarok û Dadmendiya Civakî ya Sûriyeyê re civiyam.

Wê bal kişand ser girîngiya beşdarkirina jinan a di gavên paşeroja Sûriyeyê de.

Bê guman ev jinên Kurd ên Sûriyeyê jî li xwe digire, her wiha sektora ewlehiyê jî li xwe digire.”

Neteweyên Yekbûyî dibêje, jinkuştin dikare were bidawîkirin, “Lê ji bo gihîştina wê armancê, pêdiviya me bi hevkariya piraliya di navbera hikûmetan, şirketên teknolojiyê û civakên cîhanê de heye.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Li Îraqê erkê Koalîsyonê qediya, li Herêma Kurdistanê 1500 leşkerên wê hene
Rêveberiya Xweser ji ber êrişên li ser Elewiyan hişyarî da
SOMO: Meha borî rojane zêdetirî 3 milyon û 700 hezar bermîl neft hatiye hinardekirin
Pêla erebkirinê Kerkûkê berdewam e: Li gundekî ji 70 malan tenê 3 mal mane
Nêçîrvan Barzanî: Paşeroja Kurdistanê girêdayî bihêzkirina jinan e