Serbazekî Kurd ê artêşa Îranê xwe kuşt

Li Rojhilatê Kurdistanê, serbazekî Kurd ê artêşa Îranê li nav binkeyeke leşkerî ya wî welatî gulleyek li xwe da û dawî li jiyana xwe anî.

Li gor çavkaniyên xwecihî yên ji Rojhilatê Kurdistanê ve, bûyer destpêka vê heftiyê li bajarê sînorî yê Baneyê yê ser bi parêzgeha Sineyê ve çê bûye, lê belê medyaya Îranê behsa bûyerê nekiriye û herî dawî ajans û komeleyên çavdêrîkirina rewşa mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê, amaje bi rûdana bûyerê kirine.

 

Çavkaniyên xwecihî ragihandine, ku ew serbaz xelkê bajarê Seqizê bûye lê li binkeyeke leşkerî ya Îranê li bajarê Baneyê mijûlî derbaskirina xizmeta xwe ya serbaziyê bûye.

 

Navê wî serbazî, Rêbwar Sabirî hatiye ragihandin. Li gor zanyariyan, ew xortê Kurd demek zêde nebû ku çûbû xizmeta serbazî û hêj 14 meh mabûn ku xizmeta xwe ya serbaziyê biqedîne.

 

Herwiha li gor agahiyan, ew serbazê Kurd pêştir çend caran ji aliyê navenda parastinê ya binkeya artêşa Îranê ve hatiye bangkirin û lêpirsîn pê re hatiye kirin.

Siyaset Haberleri

Meyana Hesen: Parastina zimanê Kurdî li ser milê jinan e
Li Senatoya Amerîkayê nîqaşên şer
Amerîkayê budceya parastinê pesend kir, Pêşmerge û HSD di projeyasayê de ne
Tirkiye û Sûriyeyê li ser vekirina deriyê Nisêbîn-Qamişloyê li hev kir
Axios: Amerîkayê dîsa bi balafirên B-1 li Îranê da