Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê: Grûpeke PYDê endamekî me revand

.

 Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê dibêje, endamê ofîsa peywendiyên wê şepêlê ji aliyê grûpeke çekdar a ser bi PYDê ve hatiye revandin.

Ofîsa Peywendiyan a Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, îro demijmêr 4ê serê sibehê Endamê Oîfsa Peywendiyan a partiya wan Ebdulrehîm Temê li gundê Til Xezal ê di navbera Til Beyder û Dirbêsiyê de hatiye girtin û bo cihekî nediyar hatiye birin.

Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê daye xuyakirin, Endamê Oîfsa Peywendiyan a partiya wan Ebdulrehîm Temê hatiye neçarkirin ku hevjîn û zarokê xwe û birayê xwe yê xwedan pêdiviyên taybet di otombêlê de bihêle û ji bo cihekî nediyar hatiye birin.

Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê dibêje, tiştek were serê Ebdulrehîm Temê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) lê berpirs e.

Di daxuyaniyê de herwiha tê xwestin ku Ebdulrehîm Temê û hemû girtiyên din ên siyasî bêne berdan û êdî dawî li siyaseta girtina endam û serkirdeyên ENKSê bê.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin