Sepandina cezayê 6 sal girtin û 80 qamçiyan li ser hunermendekî kurd

.

Di berdewamiya pêla tepeserî û derxistina cezayên giran dijî çalakvanên sivîl û hunerî de, Mehdî Pakmêhr, hunermend û stranbêjê kurd ê rûniştvanê Bocnûrdê, ji aliyê dezgeha dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve cezayê 6 sal girtîgehê û 80 lêdanên qamçiyan li ser de hat sepandin.

Li gorî raporta Hengawê, Mehdî Pakmêhr ê 41 salî, ku yek ji birîndarên xwepêşandanên meha Befranbara sala borî ye, di du dosyayên cuda de ji aliyê Dadgeha Înqilab û Dadgeha Sûçan a Bocnûrdê ve rûbirûyî vê cezayî bûye.

Berpirsên dadwerî yên rejîmê bi şêwazekî neyasayî û ji bo veşartina hûrgiliyên vê biryarê, ji dayîna kopiya nivîskî ya biryarê bi wî xwe yan bi parêzerê wî, xwe parastiye.

Ev hunermendê kurd di dema xwepêşandanên sala borî de, bi guleyên rasterast ên hêzên rêjîmê lingê wî bi giranî birîndar bibû û paşê di 19'ê Befranbarê de tevî hatibû desteserkirin.

Navborî nêzîkî du mehan di rewşeke dijwar de û bêyî berçavgirtina rewşa wî ya tenduristiyê di girtîgeha Bocnûrdê de hat ragirtin.

Ev hunermedê Kurd berê jî bi hêceta çalakî û hesta neteweyî ve, çendîn caran ji aliyê navendên ewlehî ve, hatibû destbiserkirin.

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan