Senherîb Bersûm: Diyaloga bi Şamê re vebijêrkeke stratejîk e

.

Endamê heyeta dan û standinan a Rêveberiya Xweser Senherîb Bersûm diyar kir ku vebijêrka sereke ya Rêveberiya Xweser diyaloga bi Şamê re ye.

Senherîb Bersûmê ku bi xwe Suryanî ye amaje pê kir ku rêya dan û standinan niha bi hewlên cidî û daxwazeke dualî ya ji bo dîtina çareseriyan bi pêş dikeve.

“Diyalogê bi navbeynkariya Amerîkayê dest pê kir”

Senherîb Bersûm li dan û standinên bi Şamê re ji Rûdawê re got:

"Diyalog bi navbeynkarî û teşwîqa aliyê Amerîkayê dest pê kir û du şande ji her du aliyan ji bo gotûbêjkirina mekanîzmaya yekxistina saziyên ewlehî û leşkerî yên di navbera Rêveberiya Xweser û wezaretên pêwendîdar ên li paytexta Sûriyeyê de li Şamê civiyan."

Wî eşkere kir ku nirxandina civînên yekem erênî ye û hevdîtinên dawî "gaveke ber bi pêş ve bûn" û zêde kir ku her du aliyan li hev kiriye ku civînan bidomînin ji bo bidawîkirina vê dosyayê û gihîştina mekanîzmayeke yekxistinê ya zelal.

“Em bi çareseriyên aştiyane û siyasî bawer in”

Senherîb Bersûm amaje pê kir ku hêzên Encumena Leşkerî ya Suryanî (Sutoro) ku beşeke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) in, di nav şandeya Rêveberiya Xweser de beşdarî pêvajoya dan û standinan dibin û eşkere kir:

“Her lihevkirineke ku hêzên HSD yan jî hêzên ewlehiya navxweyî li xwe bigire dê bandoreke erênî li ser aramiya herêmê û hemû pêkhateyên wê bike.

Em wekî pêkhateya Suryanî bi çareseriyên aştiyane û siyasî bawer in û em hewl didin ji bo lihevkirinên bi Hikûmeta Sûriyeyê re ku parastina herêmên me û mafên me yên neteweyî, olî û takekesî misoger bikin û dûrî her pevçûna leşkerî bibin."

Senherîb eşkere kir ku Rêveberiya Xweser komîteyên pispor ji bo gotûbêjkirina dosyayên aborî, perwerde, derî, balafirgeh û daxuyaniya destûrî ava kirine û daxuyand:

“Ev komîte ji bo diyalogê amade ne lê Şamê heta niha tenê komîteyên ewlehî û leşkerî çalak kirine.

Serkeftina di vê qonaxê de girêdayî wê yekê ye ku ji dosyayên ewlehiyê derbasî dosyayên xizmetguzarî û destûrî bibe û ev jî awayekî be ku prensîba hevbeşiya niştimanî xurt bike û nûnertiyeke rast ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê ya di paşeroja welêt de misoger bike."

Kurdistan Haberleri

100 hezar şervan dê çawa tevlî artêşa Sûriyeyê bibin?
Bloomberg: Tirkiye plan dike ku çekan bide Sûriyeyê û li dijî HSDyê hevkariyê bike
Trump daxwaza Zelenskyy red kir
Almanya: Li Sûriyeyê ti kes ne parastî ye
Pêvajoya Zanîngeha Kurdî-Almanî: Pêdivî bi 2 milyon euroyî heye