Şehîd Resûl Mihemedzade bi merasim hate binaxkirin!

Termê şehîd Resûl Mihemedzade di cimata şehîdan a PDKÎranê de bi axê hate spartin

Di 27ê Cotmeha 2016ê de termê şehîd Resûl Mihemedzade Berpirsê Fêrgeha Komîsyona Perwerde ya PDKÎ bi beşdariya Mistefa Hicrî sekreterê giştî û endamên rêberî û kadr û pêşmergeyên PDKÎ û komek berçav ji partî û alî û kesayetiyên siyasî ên mêhvan di goristana Şehîdan a partiyê de bi axê hate spartin. 

Hesen Şerefî cigirê sekreterê giştî yê PDKÎ li ser navê Deftera Siyasî ya Partîyê di merasimê de gotinek pêşkêş kir. 

Hesen Şerefî got: “Şehîd Resûl Mihemedzade di PDKÎ de perwerde bibû, lewra wisa kurek welatparêz û neteweyî bû, û li ser xaka beşeke din ji Kurdistanê bo xizmet bi gel û nîştimana xwe şehîd bû, ku xortekî emegdar û rasteqîn yê gelê xwe ye”. 

Piştre hevjîna Şehîd Resûl Mihemedzade Kinêre Mêhfer çend gotinek pêşkêş kir. 
Kinêre Mêhfer di axavtina xwe de, spasiya hemû endamên PDKÎ kir, ku di xema Şehîd Resûl Mihemedzade de beşdar bûn, û got: “Emê bi piştevaniya hevdu, armancên Şehîd Resûl Mihemedzade û hemû şehîdên Kurdistanê bi cih bînin, û herwisa basa ji vê kir ku Şehîd Resûl Mihemedzade hertim digot, ez di her cihekî Kurdistanê xizmetê bikim, ji min re cihê şanaziyê ye, lewra bi şanazî ve, di vê rîyê de şehîd bû”. 

Resûl Mihemedzade Berpirsê Fêrgeha Komîsyona Perwerdeya PDKÎ, di dema pûçkirina mayinan, di piroseya rizgarkirina Mûsilê de, di 26ê Cotmehê de bi teqîna mayinê şehîd ketibû. 

Rojhilta Navîn Haberleri

Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin
PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin