Sefîn Dizeyî pêwendiyên Hewlêr û Enqereyê gotûbêj kirin

.

Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji bo hinek hevdîtinên fermî çû Enqereyê.

Dizeyî li wir li gel Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Musa Kulaklikaya civiya.

Nirxandina pêwendiyên dualî

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê li ser wê civînê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, civîn li avahiya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê hatiye kirin.

Di civînê de rewşa niha ya pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Komara Tirkiyeyê hatiye nirxandin.

 Her du aliyan bal kişandiye ser wê yekê ku pêwendiyên dualî bêhtir bên bipêşxistin û xurtkirin.

Aramî û ewlehiya herêmê

Li gorî daxuyaniyê, mijareke din a civînê pêşhatên li herêmê bûn.

Di civînê de bi giştî rewşa siyasî û ewlehiyê ya herêmê hatine gotûbêjkirin.

Her wiha bi taybetî li ser rewşa Herêma Kurdistanê û Îraqê hatiye rawestîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "her du aliyan li ser wan astengên li pêşiya aramiya herêmê dîtinên xwe anîne zimên."

Hevahengiya bênavber

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Sefîn Dizeyî û Musa Kulaklikaya “li ser girîngiya hevahengiyê hevfikr bûn.”

Hat ragihandin ku ji bo aştî, aramî û ewlehiya mayînde ya li herêmê, divê hevahengî bi awayekî bênavber didome û pêwendiyên dualî bi pêş bikevin.

Kurdistan Haberleri

Bîranîna Mele Mehmûd Yeşîl
Waşinton hişyariyeke tund da hikûmeta bê ya Iraqê
Çima divê mafên zimanê Kurdî bi destûrê werin parastin?
Bêhtirî 1000 malbatan vedigerin Efrînê
Dilê 232 şervanan bi malbatên wan şa bû