Sedir dest bi greva birçîbûnê kir

.

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir dest bi greva birçîbûnê kir.

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir dest bi greva birçîbûnê kir.

Serokê Kutleya Tevgera Sedir Hesen El Ezarî ku dest ji Parlamentoya Iraqê vekişandibû, ragihand: “Muqteda Sedir dest bi greva birçîbûnê kir, heta wê dema ku tundûtûjî û bikaranîna çekan raweste.”

Hesen El Ezarî li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand: “Dûrxistina gendelkaran, ti hincetek nade kesekî ku tundûtûjiyê bi kar bînin.”

Îro duşemê 29ê Tebaxa 2022yan Rêberê Tevgera Sedirê, Muqteda Sedir destê xwe ji karê siyasî vekişand û piraniya sazî û dezgehên ser bi wê tevgerê ve girtin.

Sedir destnîşan kir, tevî ku wî destê xwe ji karê siyasî vekişandiye, lê Necef her dem wek lêvegereke mezin dimîne.

Her di çarçoveya vê biryarê de, Sedir daxwaz kir hemû sazî û dezgehên ser bi tevgera xwe ji bilî “Mezargeha Pîroz” û “Dezgeha Mîrateyên El-Sedir” werin girtin.

Ev biryara Sedir piştî wê tê, îro Kazim Haîrî ku bi lêvegerê Tevgera Sedir li Iraqê tê zanîn ragihand, ji ber nexweşiyê karîna wî nemaye karê olî bike û daxwaz ji alîgirên xwe kir, pabendî rênimayên Rêberê Îranê Elî Xamineyî bin.

Derbarê biryar Kazim Haîrî de, Muqteda Sedir got: “Ev biryara Haîrî ne ji îradeya wî ye.”

Piştî biryara Sedir ya destvekişandina ji karê siyasî, yekser berdevkê wî “Wezîrê Rêber” hesabên xwe yên li ser torên civakî girtin. Di heman demê de jî medyaya Iraqî ragihand, Komîteya Amadekar a xwepêşandanên Tevgera Sedirê karê xwe rawestand.

(K24)

Rojhilta Navîn Haberleri

PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin
Macron, Starmer û Merz derbarê xwenîşandanên li Rojhilat û Îranê daxuyaniyeke hevpar da