Se'dî Pîre: Kurd perçe perçe bin nikarin tiştekî li Bexdayê bidest bixin

.

 Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Se'dî Ehmed Pîre ragihand, şerê deskeftiyan li Bexdayê, girêdayî yekrêziya navxweyî ya li Herêma Kurdistanê ye.

Endamê Polîtburoya YNKê Se'dî Ehmed Pîre îro 13ê Berçileyê di bersiva pirsên Kurdistan24ê de tekezî li ser giringiya yekhelwestiya aliyên Kurdî kir.

Pîre got: "Eger em li Kurdistanê ne yekgirtî bin, em ê li Bexdayê lawaz bibin û tiştek ji destê me nayê. Herwiha eger em li Kerkûk, Mûsil û navxwe ne yekgirtî bin, em nabin xwedî hêz."

Endamê Polîtburoya YNKê amaje bi wê yekê kir ku rûniştin û diyaloga aşkere ya di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), YNK û aliyên din ên siyasî de, ji bo Herêma Kurdistanê pir girîng e.

Se'dî Pîre peyameke zelal da û got: "Kurd yekgirtî bin, dikarin destkeftiyên mezin li Bexdayê bi dest bixin, lê eger kurd perçe perçe bin, nikarin tiştekî bidest bixin."

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist