Saziyên sivîl yên jinan alîkariyê bo jinên Rojavayê Kurdistanê dişînin

.

Nûnerên saziyên sivîl ên jin li Diyarbekirê bi civîneke çapemeniyê ragihandin, ew bi boneya 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî, kelûpelên tendirustî û paqijiyê ji bo jinên Kobanê dişînin.

Koma Xebatê ya Jinê ya Lijneya Hevahengiya Bajêr a Yekîtiya Jûrên Endazyar û Avahîsazan a Tirkiyeyê li Diyarbekirê bo nîşaneya hevgirtina bi Jinên Kobanê re daxuyaniyek da çapemeniyê. 

Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku li dijî mezinbûna polîtîkayên şer ên Rojhilata Navîn û Cîhanê, li dijî newekheviyê û li dijî kiriyarên dijî demokrasiyê, hevgirtinA jinan û daxwaza aştiyê tê bilindkirin.

Di daxuyaniyê de bal hate kêşan ku mexdurên sereke yên şer, jin û zarok in û bang hate kirin ku li Tirkiyeyê pirsa sereke, pirsa kurd e ku divê bi gavên demokratik û aştiyane were çareserkirin. 

Jinên beşdarî daxuyaniyê bûne gotin: “Em jî tevlî helmeta alîkariyê ya bo jinên Rojava dibin, li dijî şer aştiyê diparêzin, li dijî newekheviyê wekheviyê diparêzin, li dijî tundiyê jiyanê diparêzin, tekoşîna jinan sînoran nas nake, bijî hevgirtina jinan, bijî tekoşîna aştî û demokrasiyê.”

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan