Saziya lêborîna Navnetewî daxwaza lêkolîneke serbixwe bo êrîşên kîmyayî yên li Îranê kir

.

Saziya lêborîna Navnetewî bi belavkirina daxuyaniyekê li derheq êrîşên kîmyayî bo ser xwendigehan li Îranê, daxwaza lêkolîneke serbixwe kiriye û hişdarî daye ku gef li ser canê bi milyonan keçên Îranê ye.

Saziya lêborîna Navnetewî bi belavkirina daxuyaniyekê li derheq êrîşên kîmyayî li ser xwendingehan li Îranê, hişdarî daye ku mafê hînkarî û tendirûstî û jiyana bi milyonan keçan di Îranê de li metirsiyê de ye û divê lêkolîneke serbixwe li derherq wan êrîşên kîmyayî bê kirin.

Hezaran keçên dersxwan di wan çend mehên derbasbûyî de bi sedema êrîşên kîmyayî jehrî bûne û bo nexweşxaneyan hatine veguhastin ku rewşa tendirustiya hejmarek ji wan gelek nebaş e û rejîma Îranê bi cihê sekinandina vê cinayetê wan gefên metirsîdar bi “strês, heyecan û telqîn” binav dike.

Rejîma Îranê wan êrîşan bi dijberên xwe re girê dide û ew yeka di halekê de ye ku pêka gotina gelek aliyan, rejîma Îranê bi êrîşkirinên wiha nemirovane, dixwaze tola şikesta xwe li hember jinan li şoreşa “Jîna”yê de hilde.

Kurdistan Haberleri

Avan Cemal: Ez dixwazim cîhan asta karê Kurdan bibîne
Şeşo: Îraqê mehekê dem daye komên girêdayî PKKê ku ji Şengalê derbikevin
Komele: Bi 3 dronan êrişî kampa me ya li Sûrdaşê hat kirin
Heyeta HAK-PARê Li Amedê Seredana PWKyê Kir
Reuters: Îranê tenê ji bo du mehên din benzîn û şewat heye