Saziya Îstatîstîkê rêjeya enflasyonê eşkere kir

Li Tirkiyê enflasyon di meha Cotmehê de ji sed 2.67 bilind bû û di nav salekê de ji sedî 25.24 bûye.

Li gor amarên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê, enflasyona Tirkiyê di meha Cotmehê de %2.67 û di nav salekê de jî %25.24 zêde bûye.

 

Hat ragihandin ku di nav xerciyên bingehîn de li Tirkiyê di meha Cotmeha 2018an de herî zêde cilûber û pêlav buha bûne.

 

Herwiha buhayên xaniyan %4.15, alavên malan %3.44, xwarin û vexwarin %3.22 zêde bûne.

 

Berî niha hatibû pêşbînîkirin ku di meha Cotmehê de enflasyon li gor mehê %2 û li gor salê jî %23.5 bibe.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand