Şaxa Batmanê ya PAKê du salîya partîya xwe pîroz kir

Şaxa Batmanê ya PAKê du salîya partîya xwe pîroz kir

PAK şaxa Batmanê roja 18.10.2016an di saet  19.00an de li avahîya partîyê bi rêvebir endam û dostên xwe, du salîya PAKê pîroz kirin.

Serokê şaxa Batmanê Azîz Ozdemîr, bi xêrhatin da mêvana û behsa şerê  Musilê û pêşketinên pêşmergeyan anî ziman.Bi tevahî şehîdên Kurdistanê bi taybetî şehîd Hujam Surçî û Servet Abîşka (Berxwedan) ku ji Qoserê bû bi rêzgirtin hat bibîranin.

Paşê di derbarê du salîya PAKê û xebat,û siyaset û taybetmendî û bi projeyên wê de  agahdarî hatin dayin.

Mêvanan pirs û xwestinên xwe anîn ziman.Piştî bersîvan Pasteya ku sembola PAKê li ser bo du salîya PAKê bi du mûmikan li ser bi çepkan hat pîrozkirin.

 Bi sohbeteke têr û tije pîrozkirina PAKê bi dawî bû

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist